Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera 22’an a Komploya Navneteweyi ye: Rêber Apo qala komplogeran û armanca wê dike 15.02.2021

 

SALVEGERA 22’AN A KOMPLOYA NAVNETEWÎ
RÊBER APO QALA KOMPLOGERAN Û ARMANCA WÊ DIKE

Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê hate kirin.

9’ê Cotmeha sala 1998’an Ocalan neçar hate hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve.

Piştî ku Ocalan 15’ê Sibata 1999’an ji Sefareta Yewnanîstanê ya li Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, qonaxa destpêkê ya komployê temam bû.

Ocalan sala 2003’an parêznameyek pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir û tê de qala sedema komployê û kiryaran kir:

Beşek ji vê nivîsa Rêber Apo ya derbarê komployê de wiha ye;

Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilîstan û Emerîka ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên sererd û binerd, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Dema ku em li Şamê bûn, Îngilîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qasidên xwe şandin û xwestin em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got, em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin. Piştre Talabanî hat û ji min re got, “Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!” û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim. Hewl da ku min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir. Min got, “Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî.

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilîstan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn.

Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin.

9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin.

Di vê hevdîtinê de li ser min bazar kirin.

DYA-NATO-Îsraîl û dewleta Tirk ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin.

Ev dorgirtin roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an derket asta herî bilind.

Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir.

Rêber Apo dûrûdirêj li vir qala derketina xwe ya ji Sûrî, çûna xwe ya Yewnanistan, Îtalya, Minsk, Moskowa, Tacikistan, Kenya û Îmraliyê dike.

Ocalan vê pêvajoya 4 mehan weke rewşeke gelekî giran û weke wî li çarmîxê bixin bi nav dike.

Rêber Apo li ser sîstema Îmraliyê û bêbextiyê weha dibêje,

Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstema kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin.

Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Proto Gûantanamo xistine dewrê.

Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA’yê de ye, Îngilîstan û Îsraîlê roleke girîng lîstine. Di revandina min de Gladiyoya NATO’yê, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT a Tirk û îstîxbarata Yewnan hevkarî kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv