ÎRADEYA KURDÊ AZAD NAYÊ ŞIKANDIN
NESRÎN AKGUL A 14 SALAN DÎLGIRTÎ MA: EZ Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIM
Ev kêlî, hesreta salan a ji bo jineke têkoşer a Kurd nîşan didin.
Dîlgirtiya Kurd Nesrîn Akgul a 14 salan li zîndanên dewleta Tirk bû, hat berdan.
Piştî hat berdan ji Jinnewsê re axivî û gotina wê ya pêşî wiha bû:
”Ez li hevalên li zîndanê difikirim, li wan difikirim.
Li zîndanê gelek hevalên nexweş hene.
Gelek hevalên 30 sal in dîlgirtî ne û nayên berdan hene.
Aysel Tugluk heye.
Zor bû hiştina wan di nava zîndanê de.
Lê ji bo me her dever qada têkoşînê ye.
Hevalên li zîndanê bi wî ruhê têkoşînê li ber xwe didin.
Divê her kes xwedî li wê berxwedanê derkeve”.
Nesrîn Akgul bi bîr dixe, ku li zîndanan tecrîdeke giran li ser girtiyên siyasî heye û dibêje, xwedîderketina li zîndanan tenê ne erka malbatên girtiyan e.
Ji ber ku li zîndanan berxwedaneke mezin heye.
Nesrîna 14 salan li zîndanên dagirkeriya Tirk dîlgirtî mayî, li ser paşeroja xwe jî wiha dibêje:
Ji bo min her dever qada têkoşînê ye.
Dibe ku di fêrbûna derve de hinekî zehmetiyê bibînim, lê ez ê li cihê mayî têkoşîna xwe bidomînim.
Li ser rewşa dawî ya siyasetvan Aysel Tugluk jî Nesrîn Akgul van agahiyan dide:
”Em wê ji qadan nas dikin, ku çawa dibû dengê her kesî û li ber xwe dida.
Lê îro ji bo me zor e, ku nikare qala xwe bike.
Nexweşiya wê her roj girantir dibe û divê tavilê bê berdan”.
Nesrîn Akgul 2008’an li Wanê hat binçavkirin û ji wê rojê ve dîlgirtî bû.
Li zîndanên Amed, Şakran, Bakirkoy û Kandirayê hat ragirtin.
16’ê Çileya 2019’an di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de cih girt û 30’ê Nîsanê beşdarî rojiya mirinê bûbû.
Rêber Apo ji Nesrîn re name şandibû û di şexsê wê de ji bo jinan wiha gotibû:
Min nameyên we yên şexsî bi baldarî xwendin û bi hesreta wan mam”.