Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Insiyatîfa jinên Kurd li Birîtanyayê ji bo darizandina Erdogan dosyayek radestî Amensty International kirin

 

Li Brîtanya jî yek ji rojeva jinên Kurd, kampanya darizandina Erdogan e.

İnisiyatîfa Jinên Kurd li Birîtanya Dosya ku behsa çîrokên sed jinên ji aliyê Erdogan, Dewleta Tirk ve hatine kuştin, dan rêxistina Efoyê ya navnetewî.

Înîsiyatîfa jinên Kurd a Brîtanyayê, dosyayek rejîma Erdogan bûye sersedema kuştina jinan û êrişan radestî rêxistina navnetewî a Afuyê kir.

Jinên ku dostya radest kirin, dixwaza darizandina Erdogan dikin.

Jinan danxuyakirin ku di dema desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê de şîdeta li djî jinê zêde bûye û balkişandin ser polîtîkaya bê-cezahiştinê.

Aktivîsta jin Melanie Gingel a ku bi xwe di heyeta radestkirina dosyayê de cîh girt, derbarê navaroka dosyayê de ev agahî dan.

Sernava dosya me ji bo darizandina dîktaror Erdogan 100 sedem e.

Di kampanyayê de 100 jinên ku ji ber polîtîkayên Dewleta Tirk û dîrek hêzên wê ve hatine qetirlkirin hene.

Di dosyayê de navê 100 jinan hene.

Ew sembolên ji hezaran jinên ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine qetilkirinin.

Melanie Gingel, derbarê polîtîkaya tecawizê ya Artêşa Tirk de jî mînaka Îpek Er da.

Yek ji van mînaka Îpek Er e.

Îpek, dema bi tecawiza eskerê Tirk re rû bi rû ma hê 18 salî bû û dawî li jiyana xwe anî.

Ew, tenê yek ji sedan kesên ku ji ber polîtîkayên Dewleta tirk hatiye qetilkirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv