Înîsiyatîfa Nîştîmanî ya ji bo Efrînê jî ji bo balê bikşîne ser sucên şer ên dewleta Tirk çalakiyekê li dardixe.
Çalakî 6’ê Mijdarê saet 16’an li bajarê Almanya Berlînê pêk tê.
Înîsiyatîfê ji gel xwest bi awayekî xurt beşdar bibin û xwedî li Efrînê derkevin.
ÎNÎSIYATÎFA NÎŞTÎMANÎ JI BO EFRÎNÊ
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANGA ÇALAKIYÊ KIR
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Em weke înîsiyatîfa Nîştîmanî ji bo Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyekê lidar dixin.
Em hêvî dikin ku hemû alîgirên azadiyê li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiya 6’ê Mijdarê bibin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê hat kirin û ev bang kir.
Dewleta tirk a dagirker li dijî sivîlan sûcan dike.
Li herêmê demografiyê diguherîne, qirkirina etnîkî û olî pêk tîne.
Werin em bi hev re li dijî vî sûcê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin û xwedî li Efrînê derkevin.
Cîh-Berlîn/Deriya Brandenbûrg
Dem: 06:11:2021
Saet: 16:00