XEBATÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ
HUNERMENDÊN KURD WÊ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ KONSERAN BIDIN
Hunermendên Kurd wê ji bo yekîtiya netewî konseran bidin.
Ji çar hêlên Kurdistanê wê hûnermend beşdar bibin.
Konsera yekemîn li Silêmaniyê pêk tê.
Hunermend Nasir Rezazî, Mizgîn Tahir, Şîlan Osman û Kawa wê ji bo yekîtiya netewî li Slêmanî, Ranya û Kelarê konser bidin.
Ev hunermendên ku ji çar aliyên Kurdistanê ne, wê stranên xwe ji bo yekîtiya netewî bêjin.
Rêxistina Niwêger a ji bo Geşepêdana Hunerî, konseran organîze dike.
Cih û dema konseran wiha ye:
Silêmanî: 20’ê Îlonê saet 18’an li Hewarî Şar
Ranye: 22’ê Îlonê saet 17’an li Parka Derwaze
Kelar: 24’ê Îlonê saet 17’an li Qelaî Şêrwane .