Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermendên Germiyanê li dijî dagirkeriyê banga helwestê kirin

 

Hunermendên Germiyan êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê şermezar kirin û li dijî dagirkeriyê û êrişan banga helwest û çalakiyên rengareng li gelê Kurd kirin. Hunermendan kiryarên dewleta Tirk weke sûcek reş bi nav kirin.

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji aliyê artêşa Tirk ve bikaranîna çekên kîmyawî hunermendên navçeya Kelar a Germiyanê ji Rojnews’ê re axivîn. Hunermendên Germiyan êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê şermezar kirin û li dijî dagirkeriyê û êrişan banga helwest û çalakiyên rengareng li gelê Kurd kirin.

Muzîkjen Parya Serçil li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Pêwîste weke hunermend parastina welat, netewe û çanda xwe bikin. Weke çawa hunera me milk û nasnameya neteweya me ye, divê em riya hunerê jî rê li pêşiya dagirkeriyê bigirîn. Divê em rola Kurditiyê bigirîn.”

Parya Serçil fikarên xwe yên li ser dagirkeriyê wiha anî ziman: “Ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xak û neteweya me, em gelek dilgiran în.  Her hewla dagirkeriyê dide. Li beramber de erka me ye bi hunerê vê dagirkeriyê bi dinyayê bidin naskirin.”

Herwiha Stranbêj Mihemed Kemeran jî got: “Di serî de weke mirov piştre weke Kurdekê êrişên terorîstî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka me şermezar dikim. Di demekî ku bi sedan car çekên kîmyawî bi kar tîne, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û welatên cîhanê bêdeng in. Heta niha nebûye dosyayek navneteweyî. Ji bo ku Kurd zindî bimînin û bi awayek zindî van êrişan şermezar bike, pêwîste hunermend li dijî dagirkeriyê rawestin û çalakiyên rengareng bikin. Bi tawanek reş li cîhanê bidin naskirin.”

Muzîkjen Sorax Salih got: “Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Kurdistanê ne ya îro ye. Di dîrokê de ji dema Osmaniyan heta Tirkiyeya nû timî hewldana dagirkeriyê daye. Di vê demê de tenê welatiyên sivîl bûne qurbanî. Em van êrişan şermezar dikin. Her di aliyê xwe dikare van êrişan şermezar bike. Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê şermezariyê ye. Di demekî ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike, qet hîncetek ji bêdengiyê re nîne. Her çiqas berpirsên Herêma Kurdistanê diçin Tirkiyeyê û peyman û peywendiyên bazirgan ên tundtir li gel Tirkiyeyê dikin. Ev yek jî ji me re dibêje ku desthilata Kurdî koleyê dagirkerane.”

Sorax Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilata Başûrê Kurdistanê ji niha û şûnde êdî bese. Êdî li hemberî van êrişên Tirkiyeya dagirker yên li ser herêma Kurdistanê re bibin xwedî helwestek cidî.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv