Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: Li Efrînê 5 dagirker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên dijî hêzên Tirk ên dagirker de herî kêm 5 dagirker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

HRE’yê diyar kir ku di 28 û 30’ê Nîsanê de li Efrînê û Şêrawayê çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê di van çalakiyan de 5 dagirker hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

“Hêzên me 28’ê Nîsanê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên dagirker operasyonek kirin. Di vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin û du wesayitên çeteyan hatin îmhakirin.

Heman rojê li Efrînê li dijî çete û leşkerên dagirker operasyoneke din hate kirin. Di vê operasyonê de jî leşkerek û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.

30’ê Nîsanê li gundê Xîlalka yê Efrînê di çalakiya dijî çeteyan dee çeteyek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Di van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 4 çete hatin kuştin, leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv