Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê şehîdên li Xelîfanê bi bîr anî

 

ÊRIŞA PDK’Ê YA LI XELÎFANÊ
HPG’Ê ŞEHÎDÊN LI XELÎFANÊ BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê yek bi yek qala 6 gerîlayên ketin kemîna PDK’ê kir.

Ji bo gerîla Tolhildan Raman wiha got:

Hevrêyê me li Qamişloyê li nava malbateke welatparêz ji dayîk bûye.

Hê ji zarokatiya xwe ve bi hestên welatparêzî mezin bû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir.

15’ê Sibata 1999’an ji bo bersiv bide lkomplogeran berê xwe da nava refên girîla.

Piştî gelek eyaletan wezîfe kir weke fermandarekê di sala 2014’an de derbasî Qada Botanê bû.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de berê xwe da Rojava.

Piştî erka xwe erkên xwe yên dîrokî bi serketî bi cih anîn çareke din çiyayên Kurdistanê vegeriye.

HPG’ê ji bo gerîla Şoreş Mardîn jî wiha got:

Hevrê Şoreş ê ji navça Mêrdînê Midyadê di sala 1997’an de li eyaleta Dersimê tevlî nava refên gerîla bû.

Li gelek qadên cûda ên wek Zagrosan, Dersim, Derya Reş û Rojavayê Kurdistanê gerîlatî kir û bênavber têkoşiya.

Di her astê de fermandariyeke pêşeng hilgirt ser milên xwe.

Ji bo Axîn Mizurî jî HPG’ê ev agahî dan:

Ew li gundê Şapata yê navça Colemêrgê Şemzînanê ji dayik bû.

Piştî xebateke berfireh di sala 2015’an de biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe.

Xwe di her warî de bi rêxsitin kir û bû fermandareke YJA-Starê ya mînak û şareza.

HPG’ê wiha qala gerîla Şoreş Colemêrg kir:

Weke ferdekî eşîra Mamxurî ya yek ji eşîrên welatparêz li Çelê ji dayîk bû.

Di nava malbateke şoreşger de mezin bû.

Di ciwantiya xwe de pêşengî ji gelek xebatan re kir.

2012’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Li her qadê bû xwedî beşdariyeke bi xwebexşî ya wezîfeyan.

HPG’ê ji bo gerîla Brûsk Mûnzûr jî ev agahî dan:

Ew li navça navçeya Erzîromê Qereyaziyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Ji ber ku du birayên wî li nava gerîla bû, bi xeyala ku rojekê bibe gerîla mezin bû.

Birayên wî Mazlûm di sala 2012’an de, Alîşêr jî di sala 2019’an de şehîd bûn

Hevrêyê me Brûsk jî da ser şopa birayên xwe û di sala 2014’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

2014’an jî li Şengalê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji bo rizgarkirina bi hezaran Êzîdiyê bi roleke girîng rabû.

Paşê li akademiya tenduristiyê ya şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş perwerde dît û weke doktorekî dest bi xizmetê kir.

HPG’ê herî dawî ji bo gerîla Serdem Cûdî jî ev agahî dan:

Hevrêyê me li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê ji dayîk bû.

Weke ciwanekî bi rûmet ê Kurd beşdarî nava refên Şervanên Azadiyê yên Rojava bû.

Di tinekirina faşîzma DAIŞ’ê de li Kerkûk û Mexmûrê li gelek qadan bi roleke aktîf rabû.

Timî xeyala xwegihandina çiyayên Kurdistanê dikir û piştî peywîra xwe careke din gihand çiyayên Kurdistanê.

HPG”ê di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên şehîşehîdan û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û got:

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van lehengên xwe yên bijarte, fedayî û leheng derkevin.

Di heman demê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin têkoşîna van hevrêyên me ji xwe re bikin mînak û çeka wan hildin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv