Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê nasnameyên şehîdên 8’ê Gulanê eşkere kirin

 

ŞEHÎDÊN BAGOKÊ
HPG’Ê NASNAMEYÊN ŞEHÎDÊN 8’Ê GULANÊ EŞKERE KIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku li çiyayê Bagokê 6 gerîla şehîd bûne.

Têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî hatin dayîn:

7’ê Gulanê li qada Şehîd Mervan a Herêma Bagokê ya Eyaleta Mêrdînê du tîmên hêzên me, ji aliyê yekîneya veşartî ya artêşa Tirk ve hatin ferqkirin.

8’ê Gulanê ev qad bi balafirên şer û 6 helîkopteran bi saetan hat bombekirin.

Di êrişê de 6 hevrêyên me şehîd bûn û nasnameyên wan wiha ne:

Bayram Kuzu bi nasnav Bager Serxwebûn li Mêrdînê ji dayîk bûye.

BAYRAM KUZU
BAGER SERXWEBÛN
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: AZÎZE – YÛSÛF
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Hediye Balur bi nasnav Silav Ronahî li Edenê ji dayîk bûye.

HEDIYE BALÛR
SILAV RONAHÎ
EDENE
DÊ Û BAV: EMÎNE – MAHMÛT
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Ramazan Aslan bi nasnav Bager Tolhildan li Mêrdînê ji dayîk bûye.

RAMAZAN ASLAN
BAGER TOLHILDAN
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: RÛKIYE – OSMAN
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Mûsa Anter Çatak bi nasnav Sîdar Rîzok li Şirnexê ji dayîk bûye.

MÛSA ANTER ÇATAK
SÎDAR RÎZOK
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: HACÎCE – MEHMET SAÎT
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Serhat Erîcek bi nasnav Rizgar Koçer li Mêrdînê ji dayîk bûye.

SERHAT ERÎCEK
RIZGAR KOÇER
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: SELÎME – SALIH
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Û Mazlûm Kizil bi nasnav Agir Qoser li Mêrdînê ji dayîk bûye.

MAZLÛM KIZIL
AGIR QOSER
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: RAHÎME – HALÎL
8’Ê GULANA 2021’Ê-MÊRDÎN

Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de li ser şehadeta gerîlayan wiha hat gotin:

Pratîk, sekna wan a lehengî wê ji bo me bibe sedema mezinkirina têkoşînê û tolhildana wan.

Em bawer dikin, ku wê xelkê Mêrdînê û ciwanên wê yên welatparêz wê van şehadetan bi ruhê serhildanê pêşwazî bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me û xelkê Mêrdînê, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv