ŞEHÎDÊN BESTA
HPG’Ê NASNAMEYÊN 2 ŞEHÎDAN EŞKERE KIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê di daxuyaniya xwe de ji 8 şehîdan, nasnameyên 2 şehîdên Besta eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dema agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me Dîlan, Hêvî, Tolhildan, Mizgîn, Hebûn û Ezda bi dest ketin, wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.
Nasnameyên her du şehîdên din wiha ne:
Zeynep Dayan bi nasnav Nûjîn Sêrt li Sêrtê ji dayîk bûye.
ZEYNEP DAYAN
NÛJÎN SÊRT
SÊRT
DÊ Û BAV: EMÎNE – MÛSA
8’Ê NÎSANA 2021’Ê-BESTA
Îbrahîm Îldenîz bi nasnav Firat Şax li Wanê ji dayîk bûye.
ÎBRAHÎM ÎLDENÎZ
FIRAT ŞAX
WAN
DÊ Û BAV: KUDRET – ADIL
8’Ê NÎSANA 2021’Ê-BESTA
Di daxuyaniyê de ji bo gerîla Nûjîn Sêrt wiha hat gotin;
Ji Zapê heta Garê, Metîna û Botanê gerîlatî kir.
Ew bû milîtaneke PAJK’ê ya xwedî tecrûbe.
2010’an berê xwe da Botanê û li vê derê bû fermandareke mînak a YJA-Starê.
Ji fermandariya tîmê, heta fermandariya xweser û berxwedana bajaran wezîfe girtin ser milên xwe.
2018’an jî weke Fermandara Herêma Besta berê xwe da Botanê.
5’ê Nîsana 2021’ê li Bestayê bi berpirsiyariya xwe ya fermandartiya Apoyî, derbên giran li dagirkeran xist.
Bi vê berxwedana xwe da ser rêya Azîme, Zelal, Nûda, Sorxwîn, Zeryan, Azê û Delalên li Botanê.
HPG’ê derheqê gerîla Firat Şax de jî wiha got:
Di nava malbateke welatparêz de li navçeya Wanê Şaxê ji dayîk bû.
Li Çiyayên Botanê şivantî kir û di nava xwezaya wê de mezin bû.
Ji jiyana gerîla bi bandor bû û 2014’an ji qada Kato Jîrka beşdarî nava refên gerîla bû.
Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û bû fermandarekî hezkirî.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.