ŞEHÎDÊN PÊNGAVA CENGA HEFTANÎNÊ
HPG’Ê NASNAMEYA 5 GERÎLAYÊN LI HEFTANÎNÊ ŞEHÎD BÛN EŞKEREKIR
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 Gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û ew bi bîr anîn.
HPG’ê ragihand ku di navbera 8/9’ê Tebaxê artêşa Tirk hewl da li herêmê pêş de biçe.
Gerîlayan li qada Pîrbûla pêşî li wan girtin û li wir şerekî giran qewimî.
Di şer de hejmarek zêde ya eskerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin.
Piştî vê derba giran artêşa Tirk bi balafiran herêm bombebaran kir.
5 gerîlayên ku heta kêliya dawî li dijî artêşa Tirk şer kirin di şer û bombebaranê de şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya her 5 Gerîlayan wiha ye:
Şîrîn Omer, bi nasnas Peyman Axîn li Dirbêsiyê hatiye dinê û 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bû.
Nasnav: Peyman Axîn
Nav û paşnav: Şîrîn Omer
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Navê dê û bav: Fatma – Mihyedîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Kader Eraslan, bi nasnas Zenda Destîna li Colemêrg hatiye dinê û 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bû.
Nasnav: Zenda Destîna
Nav û paşnav: Kader Eraslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Baran – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Gultekîn Oner, bi nasnas Rêzan Tendurek li Wanê hatiye dinê û 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bû.
Nasnav: Rêzan Tendurek
Nav û paşnav: Gultekîn Oner
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Altûn – Fehîm
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Savaş Korkmaz, bi nasnas Serdar Mordem li Mûşê hatiye dinê û 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bû.
Nasnav: Serdar Mordem
Nav û paşnav: Savaş Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Rahîme – Farûk
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Vedat Bîlîk, bi nasnas Xebat Cûdî li Cizîrê hatiye dinê û 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bû.
Nasnav: Xebat Cûdî
Nav û paşnav: Vedat Bîlîk
Cihê jidayikbûnê: Cizîr
Navê dê û bav: Gûrbet – Camî
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020’an/ Heftanîn
Navenda Ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna wan ev nirxandin kir.
Dewleta Tirk a faşîst ji bo dagirkirina axa Kurdistanê hêza xwe hemû seferberkiriye.Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedan û baweriyeke mezin li dijî tevgerên dagirkeriyê li ber xwe didin û rê nadin mêtingeriyê.
Rêhevalên me Peyman, Zenda, Rêzan, Serdar û Xebat jî di pêngava Cenga Heftanînê bi rola pêşeng rabûn.Ti carî li dijî dijmin serî netewandin û di şer de bi lehengiyeke mezin şer kirin û şehîd bûn..
HPG’ê ji malbatên her 5 şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û dilsoziya xwe ya bi şopa şehîdan re dubare kir.