Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Ti têkiliya hêzên me bi teqîna li Sîdekanê re nîne û ji vê teqînê hêzên me ne berpirsyar in 13.03.2021

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
TI TÊKILIYA HÊZÊN ME BI VÊ RÛDANÊ RE NÎNE Û JI VÊ TEQÎNÊ HÊZÊN ME NE BERPIRS IN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel HPG’ê derbarê teqîna li herêma Sîdekanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî tê zanîn li Sidekanê hin herêm mayinkirî ne jî hêzên PDK’ê ketine qadê û teqîn çêbûye.

Têkildarî bûyera ku qewimiye HPG’ê wiha dibêje.

”12’ê Adarê ber bi êvarî li herêma Sidekanê teqînek rûdaye.

Di vê teqînê de pêşmegeyêkî PDK’ê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bûye.

derbarê vê bûyerê hin nûçe hatine çêkirin û tevgera me berpirs hatiye nîşandan.

Ev bûyera biêş li qada Sidekan a herêma Xakurkê çêbûye.

Cihê navborî hê ji dema Sedam Huseyîn ve gelek mayin lê hatine danîn.

Salên 2019-2020’an jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin.

Hem gelê herêmê û hem jî rayedarê PDK’yî yên herêmê li ser vê hatiye agahdakirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye.

Lê 12’ê Adarê tevî ku ew hatine agaharkirin jî hêzên PDK’ê çûne herêma mayinkirî.

Di encam de ev rûdana biêş qewimiye.

Ti têkiliya hêzên me bi vê bûyerê re nîne û ji ber vê teqînê hêzên me ne berpirs in.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv