NAVENDA RAGIHANDINÊ Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
PDK’Ê ÎRO SAET 11’AN LI DIJÎ HERÊMA GARÊ JI ÇEMANKÊ OPERASYONEK DA DESTPÊKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî bûyerê ev agahî parvekirin.
4 Cotmehê di seat 11’an hêzên PDK’ê ji bajarokê Çemankê ber bi Herêma Garê ve dest bi tevgerekê kirin.
Tevî hişyariyên me jî hewl dan bi wesaîtên zirxî bikevin nava kampa me ya li dora gundê Bebadê.
Hêzên me tevî hewldana êrişa hêzên PDKê, şer nekirin û sîleh bi kar neanîn.
NAVENDA RAGIHANDINÊ Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
HÊZÊN PDK’Ê ÊRIŞÎ KAMPA ME YA LI DORA GUNDÊ BEBADÊ KIRIN
Lê piştî hişyariyan, wesaîtên zirxî yên bi tîpa hammer berê xwe dan nava kampa me.
Hêzên me ji bo hişyariyê dest li wesaîtan werdan û 2 mayînên li vir bi hammeran de hatin teqandin û bi vê yekê hêzên me xwestin pêşketina wan a zêdetir asteng bikin.
Hêzên me yên gerîla ti carî nebe aliyê ku wê êriş bike.
NAVENDA RAGIHANDINÊ Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
DIVÊ PDK OPERASYONÊN XWE BER BI KAMPÊN ME VE RAWESTÎNE
Em ji bo berjewendiyên neteweyî yê gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin û vê yekê bi zelalî diyar dikin.
Em bang li PDK’ê dikin, ku operasyonên xwe ber bi kampên me ve rawestîne.
Lê divê ji aliyê herkesî ve were zanîn, ku heke êrişên mijara gotinê bidomin, wê hêzên me yên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û xwe biparêzin.