2 Gerîlayên HPG’ê 1’ê tebaxê li herêma Gabarê di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn.
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdan eşkere kir.
ARGEŞ Û WARŞÎN LI GABARÊ ŞEHÎD BÛN
HPG’Ê NASNAMEYA ŞEHÎDAN EŞKERE KIR
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku gerîla Argeş û Warşîn 1’ê tebaxê li herêma Gabarê di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye.
Mehmet Sidik Denker bi nasnav Argeş Koçer li Şirnexê ji dayîkbûye 1’ê tebaxa 2020’an li Gabarê şehîd bû.
MEHMET SIDIK DENKER
ARGEŞ KOÇER
ŞIRNEX
01-08-2020- GABAR
Hacer Musa bi nasnav Warşîn Egîd li Tirbespiyê ji dayîkbûye û 1’ê tebaxa 2020’an li Gabarê şehîd bû.
HACER MUSA
WARŞÎN EGÎD
TIRBESPIYÊ 01-08-2020-GABAR
HPG di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşerî, sekin û biryardariya gerîlayan û wiha dewam kir,
Hewrê Warşîn û Argeş li cihên rihê welatparêziyê lê xurt ji dayîkbûn. Bi çand û çîrokên berxwedanê mezin bûn. Ji bo ala berxwedanê ya şehîdên leheng dewir bigirin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Li çiyayên Azad jî her bi berpirsyariya dîrokî rabûn. Xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de kûr kirin.
Hewrê Warşîn û Argeş bi berxwedan û dilxwaziya xwe ya azadiyê, li dijî dagirkeriyê bi rengekî destanî li ber xwe dan û îradeya xurt a Apoyî careke din nîşan dan.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan ji gelê Kurd ê Welatparêz re sersaxî xwest û soza avakirina Kurdistaneke Azad nûkir.