Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Zapê hêzên YJA-STAR’ê rê li dagirkeran girtin û 7 jê ceza kirin.

 

 

ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: HELÎKOPTERÊN ARTÊŞA TIRK JI HERÊMÊN LI BIN KONTROLA PDK’Ê ÊRIŞÎ KUROJARO KIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di beşeke daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk de cih da rola PDK’ê.

HPG’ê eşkere kir, ku helîkopterên dagirkeriya Tirk ji navçeya Şirnexê Silopya çûne herêmên di bin kontrola PDK’ê de.

Ew der jî Bamernê, Amêdiyê û Dêralok un, ku baregên artêşa Tirk lê hene.

Li gorî daxuyaniyê, helîkopterên artêşa Tirk ji van deveran êrişî rêzeçiyayên Kurojaro yên bi ser herêma Zapê ve kirine.

HPG’ê ev agahî dan:

Helîkopterên ku xwestin eskeran deynin Kurojaro bûn hedefa destwerdana hêzên me.

ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: LI ZAPÊ HÊZÊN YJA-STAR’Ê RÊ LI DAGIRKERAN GIRTIN Û 7 JÊ CEZA KIRIN

Di encama bersiva gerîla de helîkopteran nekarîn eskeran deynin.

Ji ber vê yekê van helîkopteran berê xwe dan Girê Şehîd Amargî yên bi ser Kurojaro ve.

Artêşa Tirk tenê carekê dikarî eskerên xwe deyne ser gir.

Gerîlayên YJA-Starê ew xistin kontrola xwe û bi çekên ferdî li wan dan.

Her wiha li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê jî hat lidarxistin.

Di çalakiyên hêzên YJA-Starê de bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin.

ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: PDK’Ê RÊ NEDAYA, WÊ ARTÊŞA TIRK NIKARIBÛYA JI PIŞT VE ÊRIŞÎ ZAPÊ BIKE

HPG’ê her wiha eşkere kir, ku eskerên Tirk hewl dane ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê, ku di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye, bikevin Kurojaro.

Hêzên gerîla li van dagirkeran jî dan û pêşketina wan sekinandin.

HPG’ê her wiha agahî da, ku li ser xeta Dêralok, Şêladizê û Barzanê livûtevgereke zêde ya hêzên PDK’ê hebûye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Artêşa Tirk hewl dide rêzeçiyayên Kurojaro yên li pişt herêma Zapê û başûrê wê dagir bike.

Helîkopterên xwe di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de bi kar tîne.

Bi vê yekê û agahiyên din eşkere dibe, ku PDK’ê pîlana dagirkirinê erê kiriye û rê didiyê.

Gelekî zelal e, ku heke PDK’ê hevkarî nekira, artêşa Tirk cesaret nedikir li vê herêmê êrişî gerîla bike.

Li aliyê din dîmenên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine belavkirin, daxuyaniya HPG’ê piştrast dikin.

Wezareta parastinê ya dewleta Tirk dîmenek têkildarî tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê belav kir.

Di dîmen de tê dîtin, ku deverên balafir jê difirin bi zelalî xuya dikin, lê deverên helîkopter jê radibin hatine veşartin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv