Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Xakurkê herî kêm 8 leşker û li Heftanînê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin 02.10.2020

 

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI XAKURKÊ BI KÊMANÎ 8 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Xakûrkê û Heftanînê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ derbên giran li artêşa dagirker dane û ev agahî parvekirin.

Roja 1’ê Cotmehê li qada şehîd Bêrîtan a li herêma Xakûrkê gerîlayan ji sê baskan ve dijî eskerên li girê Koordîne bi cih bûbûn çalakî kirin.

Ji aliyê baskê yekemîn ve eskerek hat kuştin û kamerayên mobese hatin îmhakirin.

Ji aliyê baskê duyemîn ve çeperek hat îmhakirin û 5 eskerên têde hatin kuştin.

Dîsa li vir çekeke A-4 hat îmhakirin û 2 eskerên din hatin kuştin.

Baskê siyemîn jî li dijî Holikeke eskerî û çeperekî wan çalakî kirin û tevahiya eskerên têde kuştin.

Heman baskî her wiha radarek û çavkaniya wê ya li ser gir îmha kirin.

HPG’ê ragihand ku wan ev çalakî ji bo bîranîna fermandar Egîd Garzan pêk anîye.

ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI HEFTANÎNÊ 3 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Roja 24’ê Îlonê jî di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de gerîlayan çalakiyek kirin.

Eskerên ku li ser girê Dûpişka bicih bûbûn bûn hedefa gerîla..

Li vir jî bi qasî hat tespîtkirin 3 esker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê tevger û êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan.

27’ê Îlonê artêşa Tirk esker danîn girê Koordîne yên Heftanînê û dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Agahiyên têkildarî tevgerê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

23’ê Îlonê jî atêşa Tirk li devera Qela Şûkê û şehîd Bêkes a Avaşîn dest bi tevgerê kir û ev tevger dewam dike..

1’ê Cotmehê jî artêşa Tirk bi balafiran şer gundê Çemankê ya Dihokê:

Devera Gundê Fila ya herêma Zapê:

Devera Werxelê, Mervanos û şehîd Dîren ên herêma Avaşînê bambebaran kirin..

HPG’ê ragihand ku ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wan nehat, lê belê xisar li bax û baxçeyên gelê li herêmê bûye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv