ÇALAKIYA TOLHILDANA ÎBRAHÎM HESEN
HPG: LI METÎNA 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rêzeçalakiyên gerîlayan daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê;
Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de:
Gerîlayan 14’ê Tebaxê li qada girê Koordîne ya herêma Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyeke kordîneyî kirin.
Baskê destpêkê li çeperekê xistin.
Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Baskê duyemîn jî sîstema kamera ya mobesse îmha kir.
Di heman demê de li girê Kato ya Metînayê jî gerîlayan li dijî dagirkeran çalakiyek kir.
Hedefên hatibûn diyarkirin bi awayekî serketî li wan hate xistin.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan ev her du çalakî ji bo tolhildana welatparêz Îbrahîm Hesen pêk anîne.
Welatparêzê Kurd Îbrahîm Hesen ê ji gundê Dêşîşê 13’ê Tebaxê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin.
DI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ DE GERÎLA DERB LI ARTÊŞA TIRK DA
HPG: LI NAVÇEYA ŞEMZÎNAN A COLEMÊRGÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya li navçeya Colemêrgê Şemzînanê jî ev agahî dan.
Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de:
Gerîla 6’ê Tebaxê 2 wesaîtên leşkerî ên ji navçeya Şemzînanê diçû qereqola Gemanê xistin kontrola xwe.
Wesaîta leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi rêbaza sabotajê hate teqandin.
Di encama vê çalakiya serketî de 8 dagirker hatin cezakirin.
Ev çalakî ji bo silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.
ÊRIŞ Û BOMBARDIMANA LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
HPG: ARTÊŞA TIRK DÎSA BI XAZA KÎMYEWÎ ÊRIŞÎ TUNELÊN WERXELÊ KIR
HPG’ê derbarê tevger û êrişên hewayî yên artêşa Tirk de jî agahî dan;
Artêşa Tirk 9’ê Tebaxê li qada Mêrgûmarê ya herêma Besta dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Ev tevger deverên Girê Tenûrê û Girê Gêsinê dewam dike.
14’ê Tebaxê zeviyên gundê Derarê ya Kanî Masî bi helîkopteran hatin bombekirin.
Heman rojê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê caereke din gazên kîmyewî bi kar anîn.
Her wiha bi helîkopteran tunelên şer hatin bombekirin.
15’ê Tebaxê jî tevî bombardûmaneke giran artêşa Tirk bi gazên kîmyewî êrişî tunelên şer kir.
Her wiha li herêma Zapê jî artêşa Tirk ji qereqolên li ser sînor bi obusan êriş qada Çemço kir.