Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Li Pasûrê gerîlayan li qereqola Milika da’

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI PASÛRÊ GERÎLAYAN LI QEREQOLA MILIKA DA

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayan ji Amedê heta Heftanînê çalakiyên bi bandor li darxistine.

Li gorî daxuyaniyê:

28’ê Cotmehê hêzên gerîla li navçeya Amedê Pasûrê qereqola Milika kirin hedef.

Gerîlayan bi çalakiyeke koordînekirî li qereqolê, qule û avahiya wê dan.

Artêşa Tirk di çalakiyê de kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

HPG’ê ragihand, ku hêzên gerîla ev çalakî ji bo bîranîna hevalên xwe yên li Amedê şehîd bûne li darxistine.

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
LI HEFTANÎN, AVAŞÎN Û ZAPÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda ragihadinê diyar dike, ku hêzên gerîla li Herêma Heftanînê jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûne.

Li gorî daxuyaniyê:

30’ê Cotmehê hêzên YJA-Starê li rêzegirên bi ser Girê Koordîne yê li qada Pîrbila dagirker kirin hedef.

Gerîlayên jin bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG eşkere dike, ku gerîlayan ev çalakî bi “Pêngava li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e” li dar xistine.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên din van agahiyan dide:

30’ê Cotmehê hêzên gerîla li herêmên Avaşînê û Zapê bi pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, dagirkerên li qadên Mervanos û Şehîd Munzûr kirin hedef.

Hêzên gerîla du çalakiyên hemwext li dar xistin.

Di çalakiyan de sîstemeke kameraya mobesse û çeperekî derb xwarin.

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI QADA HERFA T YA ZAPÊ HELÎKOPTEREKÊ JI GERÎLA DERB XWAR

31’ê Cotmehê jî du tîmên koordînekirî yên gerîla, li Cîloya Biçûk a Zapê li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

Heman rojê gerîlayan ji du milan ve eskerên Tirk ên li Kela Bêdewê ya Zapê kirin hedef.

Hêzên gerîla bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.

Dîsa 31’ê Cotmehê gerîlayan helîkoptereke ku hewl da Qada Herfa T bombe bike, kirin hedef û derb lê dan.

Artêşa Tirk a dagirker jî 30’ê Cotmehê Qada Berxwedanê Werxelê bi çekên giran û teqemeniyan bombe kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv