Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Metîna û Avaşînê 4 dagirker hatin cezakirin

 

GERÎLAYÊN YJA-STARÊ SILAV DAN BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ
HPG: LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniê ya HPG’ê ev agahî dan:

13’ê Tîrmehê gerîlayên YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê dagirkerên li Girê Azad ê Metîna kirin hedef.

Gerîlayên jin ji du milan ve li eskerên artêşa Tirk dan.

Di her du çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 çeper jî hatin rûxandin.

Her wiha gerîlayan 2 sîstemên kamerayên mobesse jî îmhakirin.

Artêşa dagirker jî bi helîkopteran gundên Edinê, Kêste û Hirorê yên Kanîmasî bombe kirin.

Li herêma Avaşînê jî gerîlayên YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dagirkerên li Tabûra Ereban kirin hedef û eskerekî Tirk hat cezakirin.

13’ê Tîrmehê artêşa Tirk gaza bi jahr û teqemenî avêt tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê.

Dagirkerên ji vê yekê encam bi dest nexistin, kûçikekî kamera li ser şandin nav tunelên şer ên Werxelê.

Gerîlayan ev hewldana wan jî pûç kirin.

HPG’ê her wiha ragihand, ku qada Goşînê ya Xakurkê 13’ê Tîrmehê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Û di êrişê de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv