Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li herêmên Zap û Metînayê 14 dagirker hatin cezakirin

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
LI HERÊMÊN ZAP Û METÎNAYÊ 14 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer û berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da..

Navendê diyar kir ku gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê bi taybet li herêmên Zap û Metînayê darbên giran li artêşa Tirk dane û ev agahî parve kirin:

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ

Herêma Metîna:

28’ê Gulanê li girê Sor ê girêdayî devera Derarê, li dijî hêzên dagirker çalakî hat lidarxistin.

Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirina û çepera çeka A4 bi temamî hat rûxandin.

Piştî vê çalakiyê, artêşa Tirk derdora Kêste, Hirorê û Zendurayê topbaran kir.

Êvarê heman rojê artêşa Tirk bi desteka helîkopterên Kobara xwest cenazeyên kuştiyên xwe rake..

Di wan kêliyan de gerîlla li helîkopteran dan û ji ber vê yekê neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Roja 29’ê Gulanê li Girê Zendûra eskerên Tirk hewl din bikevin tûnelên şer..

Lê di encama bersivdayîan gerîllayan de erebeya wan a zirxî hate teqandin.

Heman rojê gerîllayên YJA-STAR’ê li li herêma Kocê Mele Yehya û Keşanê, li hêzên artêşa dagirker dan..

Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Lê ji ber darbeya li wah hate xistin, hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ

19’ê Gulanê li herêma Zap’ê çalakî li dijî hêzên artêşa Tirk pêk hat.

Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin..

Di vê çalakiyê de 2 gerîllayên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn..

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîllayên şehîd wiha ye.

Veysî Yomen binasnav Egîd, li Batmanê ji dayîk bûye û 19’ê Gulanê li Zapê şehîd bû.

VEYSÎ YOMEN
EGÎD
BATMAN
DÊ Û BAV: HAYRÎYE-MÛSTAFA
19’Ê GULANÊ-ZAP

Suleyman Aydin binasnav Rêber, li Nisêbînê ji dayîk bûye û 19’ê Gulanê li Zapê şehîd bû.

SULEYMAN AYDIN
RÊBER
NISÊBÎN
DÊ Û BAV: HASÎME-ZUBEYÎR
19’Ê GULANÊ-ZAP

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Gulanê jî ji ber êrişa li dijî devera Kurojehro ya Zapê 2 gerîlla şehîd bûn û derbarê nasnameya wan de ev agahî dan..

Muhamed Mehdî Tanirverdî binasnav Rêdûr Cûdî li Şirnexê ji dayîk bûye û 20’ê Gulanê li Zapê şehîd bû.

MUHAMED MEHDÎ TANRIVERDÎ
RÊDÛR CÛDÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: BESNA-REMEZAN
20’Ê GULANÊ-ZAP

Ehmed Alî Bozan binasnav Brûsk, li Kobanê ji dayîk bûye û 20’ê Gulanê li Zapê şehîd bû

EHMED ALÎ BOZAN
BRÛSK
KOBANÊ
DÊ Û BAV: EMÎNE-ELÎ
20’Ê GULANÊ-ZAP

Roja 28’ê Gulanê li herêma Cîloyê Biçûl a girêdayî Zap’ê, dema hêzên artêşa Tirk xwestin pêşde werin, gerîlla li wan dan..

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê, dema eskerên Tirk xwestin bikevin tûnelên şer, gerîlla 2 baskan ve li wan dan û li vir jî bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin.

Di çalakiyan de ev herdû gerîllayên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn:

Mizgîn Akyol binasnav Zeynep Feraşîn li Qoserê ji dayîk bûye û 28’ê Gulanê li Zapê şehîd bû.

MIZGÎN AKYOL
ZEYNEP FERAŞÎN
QOSER
DÊ Û BAV: BEHIYE-ERDAL
28’Ê GULANÊ-ZAP

Ferdî Mergel binasnav Zagros Avaşîn li Mûşê ji dayîk bûye û 28’ê Gulanê li Zapê şehîd bû.

FERDÎ MERGEL
ZAGROS AVŞÎN
MÛŞ
DÊ Û BAV: HAYRÎYE-MEHMET CAN
28’Ê GULANÊ-ZAP

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 29’ê Gulanê, artêşa Tirk dema xwest li herêma Cîloyê Biçûk êrişî tûnelên şer bike, çekên kîmyewî bikar anîn..

Dîsa di navbera 27 û 30 Gulanê de ji ber êrişa balafir û topan, li Zap, Avaşîn û Metînayê agir bi gelek zeviyê gundiyan ket..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv