Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Heftanînê herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin

 

GERÎLA SILAV DA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: LI HEFTANÎNÊ HERÎ KÊM 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên dawî yên ji çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk parve kirin.

Li gorî daxuyaniyê:

Li Heftanînê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li dijî dagirkeriya Tirk di tevgerê de bû.

2’yê Tebaxê artêşa Tirk li navbera Girên Şehîd Bêrîvan û Şehîd Çiyager dest bi tevgereke êrişê kir.

Gerîlayan li navbera her du qadan yekîneyeke dagirkeran bi 2 çalakiyên sabotajê kirin hedef.

Di çalakiyê de 4 eskerên Tirk hatin cezakirin.

5’ê Tebaxê jî dagirkerên ji Girê Kartal berê xwe didan Girê Sîpan ên li qada Bektorya bûn hedefa çalakiya sabotajê ya gerîla.

Di vê çalakiyê de jî 2 eskerên Tirk hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk li qada Keşanê dest bi tevgereke êrişê kir û paşê bêyî ku encamê bi dest bixe vekişiya.

Ev çalakî ji bo silavkirina Cejna Neteweyî ya Gelê me ya pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin.

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎN Û ZAPÊ GERÎLAYAN LI DAGIRKERAN DAN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Avaşîn û Zapê jî…

6’ê Tebaxê dagirkeran xweser li Girê Sor ê Avaşînê çeperan çêkin.

Gerîlayan ji nêz ve li wan dan, eskerên Tirk çêkirina çeperan rawestandin û qedemeyekê vekişiyan.

Heman rojê gerîlayên YJA-Starê li Kela Bêdewê ya Zapê bi çekên giran li dagirkeran dan.

BERXWEDANA LI TUNELÊN ŞER
HPG: DAGIRKERAN 8 CARAN GAZA KÎMYEWÎ AVÊTIN TUNELÊN WERXELA AVAŞÎNÊ

Artêşa Tirk a ji 23’yê Nîsanê ve nikare ti encamê li hemberî berxwedana gerîla bi dest bixe û derbên giran dixwe, dîsa li dijî tunelên şer gazên kîmyewî bi kar anîn.

6’ê Tebaxê 8 caran gaza kimyewî avêtin tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê.

Her wiha bi teqemeniyan bombe kirin.

5’ê Tebaxê Ava Lolan, Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê, qadên Mervanos, Tabûra Ereba û Banîsta yên Avaşînê, dora gundên Kêste, Derarê û Hirorê yên bajarokê Kanîmasî bi balafirên şer, çekên giran û ji qereolên li ser sînor hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv