Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Avaşînê 9 dagirker hatin kuştin

 

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI AVAŞÎNÊ 9 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û encamên çalakiyên gerîlayan ên li Zapê û Avaşînê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin;

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ev çalakî pêk hatin:

Li Avaşînê.

24’ê Nîsanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzur kirin hedef.

25’ê Nîsanê danê êvarî gerîlayan çalakiyek li dijî eskerên li ser heman girî pêk anîn.

26’ê Nîsanê artêşa Tirk a li ser Girê Şehîd Serdar dar dibirîn û hewl dida bi cih bibe, bû hedefa gerîlayan.

Heman rojê hêzên gerîla careke din bi fuzeyên katyûşa li eskerên li ser Girê Şehîd Serdar dan.

Dîsa 26’ê Nîsanê û li ser Girên Şehîd Munzûr û Şehîd Serdar gerîlayan bi 4 çalakiyan li dagirkeran xistin.

27’ê Nîsanê gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê rê li ber artêşa Tirk girtin, ji bo nekeve çeperên şer ên li qada Mamreşo.

Di 8 çalakiyan de li Avaşînê 9 dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI ZAPÊ 5 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li herêma Zapê.

26’ê Nîsanê gerîlayan ji saet 7ê şeveqê heta 5’ê êvarî li ser hev bi gelek çalakiyan dagirkerên li Qela Bedewê kirin hedef.

27’ê Nîsanê jî gerîlayan bi hawanan li dagirkerên li ser Girê Xeregolê xistin.

Di çalakiyan de li Zapê zêdetirî 5 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Artêşa dewleta Tirk a derb xwarî, qada Qela Bedewê bi balafirên şer bi dijwarî bombe kir.

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
BAREGEHA DAGIRKERIYA TIRK A LI KANÎMASÎ KIRIN HEDEF

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê her wiha eşkere kir, ku Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 28’ê Nîsanê çalakiyeke din kirine.

Çalakî li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a li Kanîmasî ya bi ser Amêdiyê ve pêk hat.

Bi amûrên hewayî gerîlayan baregeh bombe kirin û çalakî bi serket.

Di daxuyaniyê de têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk bi balafirên şer jî ev agahî hatin parvekirin:

27’ê Nîsanê qadên Kunişka, Şehîd Şahîn, Herfa T yên Zapê, qadên Aris Faris, Mamreşo û Şûkê yên Avaşînê hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv