Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Avaşînê 8 dagirker hatin kuştin

 

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA “BAZÊN ZAGROSAN”
HPG: LI AVAŞÎNÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda ragihandin û çapameniya HPGê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîlayên ên roja 21ê Gulanê di çarçoveya pêngava “Bazên Zagrosan û Cenga Xabûrê de li darxistine ragihand.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê;

Roja 21ê Gulanê li herêma Avaşîn gerîlayan li dijî eskerên li ser girê Konferanê ji 2 milan ve bi awayeke kordîne çalakî li darxistin.

Baskê yekem ê gerîlayan, mewziya ku 4 esker tê debûn bi roketan kirin hedef.

Di çalakiyê de her 4 esker hatin kuştin û mewzî îmha bûn.

Gerîlayan mewziyeke din jî kirin hedefa xwe û 2 eskerên li vir jî hatin kuştin û mewzî bi temamî hat îmhakirin.

Baskê duyem ê gerîlayan; mewziyên din ên eskerên dagirker bi bandor li wan xistin.

Roja 21ê gulanê ango heman rojê gerîlayan li dijî eskerên li Dola Konferansê ya herêma Avşînê çalakiya suîkastê pêk anîn.

Û eskerek li vir hate cezakirin.

Piştî çalakiyê artêşa tirk mewziyên şer û dola konferansê bombe kirin û xwe herêmê paşde vekişandin.

21 Gulanê saet 8ê Sibê gerîlayan li herêma Avaşîn li dijî eskerên li girê Konferansê çalakiya veşarî pêk anîn.

Gerîlayên ketin gir, yekîneyek eskerên ku li eraziyê xwe bicîh kirin ferq kirin û li wan dan.

Li vir eskerek hate kuştin.

Bi awayeke hem wext jî li mewziyên din ên eskerên dagirker hatin xistin û mewzî hatin derbkirin.

Piştî çalakiyê heron li ser herêmê firiyan.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA “CENGA XABÛRÊ”
HPG: LI METÎNA ESKEREK HAT CEZAKIRIN

Navenda ragihandina HPGê ragihand ku di çarçoveya pêngava Cenga Xabûrê de jî gerîlayan li herêma Metîna li dijî eskerên li girê Ortê çalakiya sabotajê pêk anîne.

Lê hêjmara kuştî birîndarên artêşa tirk nehatiye zelalkirin û piştî çalakiyê artêşa tirk ji neçarî gir berdan.

21’ê Gulanê gerîlayan eskerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê bi çekên giran kirin hedef.

20’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Azad a herêma Metîna çalakiyeke suîkastê kirin û eskerek hate cezakirin.

BOMBEBARANA ARTÊŞA TIRK
HPG: BI BALAFIR Û HELÎKOPTERAN HERÊMA AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA HATIN BOMBE KIRIN

HPGê derabarê liv û tevgera hewayî ya artêşa tirk de jî agahî parvekirin;

21ê gulanê balafirên artêşa tirk herêma Garê bejahiya gundê Sêdarê a girêdayî qada Meyrokê bombe kir, û di encamê de şewat derket.

Balafirên artêşa heman rojê girê Zendûra ê girêdayî Metînayê bombe kir.

21ê Gulanê jî artêşa tirk qadên girêdayî Herêma Avaşîn, Mamreşo, Mervanos, û Şukê bi helîkopterên Skorsky bombobebaran kir.

Heman rojê balafirên Skorsky herêma Zapê qada Herfa T û Qela Bêdewê bombe kir.

HPGê ragihand ku di van bombebaran de windahiyên wan çênebûne.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv