Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê 5 dagirker hatin kuştin

 

PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI ZAP, AVAŞÎN, METÎNA Û HEFTANÎNÊ 5 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê cih da encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan.

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir, ku hêzên wê li ser bingeha Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, li artêşa dagirker dixin.

Li gorî daxuyaniyê:

4’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal dagirkerên li ser Girê Azad ê qada Zendûra ya li Metîna kirin hedef.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê…

4’ê Gulanê gerîlayan bi çekên giran li dijî eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê çalakî kirin.

Heman rojê li qada Cîloyê Biçûk ê Zapê, gerîlayên YJA-Starê çûn ser girekî ku dagirker lê bi cih bûbûn.

Gerîlayan tespît kir, ku esker ji ser vî girî reviyane û pergala a kameraya mobesse ya artêşa Tirk ji hev xistin.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê…

4’ê Gulanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Sûîkast ê li qada Xantûrê ya Heftanînê xistin kontrola xwe.

Piştî demekê ew şopandin, dû re bi taktîka kemînê gerîla li artêşa Tirk xistin.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê gerîlayan bi ser Girê Tankê yê li qada Zendûra ya Metînayê de girtin.

Di vê çalakiyê de 2 esker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê qadên Girê Tankê û Kêste bi dijwarî hatin bombekirin û şewat li herêmê derket.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk jî ev agahî dan:

3 û 4’ê Gulanê qada Dergelê ya Metîna, qadên Adilbeg, Aris Faris, Stûna Girê Şehîd Munzûr, Mervanos, Şehîd Dilgeş, Qela Mamreşo bi balafirên şer hatin bombekirin.

4ê Gulanê helîkopterên êrişê qadên Cîloya Biçûk û Qela Bedewyê yên Zapê bombe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv