CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: HÊZÊN YJA-STAR’Ê LI KANÎMASÎ BAREGEHA ARTÊŞA TIRK KIRIN HEDEF
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan wiha ne:
Li herêma Metîna di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de…
1’ê Tîrmehê gerîlayên YJA-Starê bi çekên giran li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li bajarojê Kanîmasî yê Amediyê çalakî kirin.
Gerîlayan bi awayekî serketî li çeper û konên dagirkeran dan.
Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.
BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI XAKURKÊ Û AVAŞÎNÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Li herêmên Xakurkê û Avaşînê jî gerîlayên YJA-Starê û HPG’ê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.
Hêzên YJA-Starê 1’ê Tîrmehê bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên ji Girê Şehîd Axîn berê xwe dabûn qada Şehîd Bêrîtan kirin hedef û dagirkerek hat cezakirin.
Heman rojê, gerîlayan li qada Werxelê ya Avaşînê çalakiyek berfireh û koordînekirî li darxistin.
Hêzên gerîla ji 3 milan ve dagirkerên li dora çeperên şer kom bûbûn kirin hedef.
Milê pêşî yê çalakiyê, li 5 dagirkerên li ser çeperekî dan.
Li vir 3 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.
Milên duyemîn û sêyemîn jî eskerên Tirk ên reviyan kirin hedef.
Li vir jî dagirkerek hat cezakirin.