Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Hêzên Şehîd Delal li Zap û Avaşîn li dagirkeran dan

 

PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: HÊZÊN ŞEHÎD DELAL LI ZAP Û AVAŞÎN LI DAGIRKERAN DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên parastina hewayî yên şehîd Delal ev çalakî kirine.

13’ê Gulanê dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê û yên li ser Girê Şehîd Serdar ê Avaşînê ji hewayê ve bûn hedefa gerîlayan.

Hêzên Şehîd Delal di her du çalakiyan de jî bi awayekî serketî li noqteyên dijmin dan.

15’ê Gulanê jî gerîlayan bi çekên giran eskerên Tirk ên li Qela Mamreşo ya Avaşînê kirin hedef.

Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: BI 2 ÇALAKIYAN 3 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Li aliyê din têkildarî şerê giran ê 14’ê Gulanê li herêma Metîna jî HPG’ê ev agahî dan:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker xwest bikeve gundên Kêste û Asuriyan.

Helîkopterên êrişê jî di vê tevgerê de cihê xwe girtin.

Gerîlayan dagirker saet 10’an xistin kontrola xwe û li wan dan.

Li vê derê eskerek hat kuştin.

Saet 11 û nîvan jî gerîlayan ji 3 milan ve çalakiyeke koordînekirî li dar xistin.

Li vê derê şer bi qasî 45 deqeyan dewam kir.

Di çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Piştî van her du çalakiyan artêşa dagirker ber bi Girê Zendûra ve vekişiya.

Artêşa Tirk heta danê êvarî bejahiya gundên Kêste û Asûriyan bombe kirin û bi şev helîkopterên skorsky kuştiyên wê rakirin.

Dewleta Tirk gotibû, di van çalakiyan de tenê eskerekî wan hatiye kuştin û 2 gerîla jî şehîd bûne.

Ev yek derew e û gerîlayek tenê jî şehîd nebûye.

HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk bi balafirên şer û helîkopteran jî ev agahî dan:

14, 15 û 16’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker gelek qadên Metîna, Zap û Avaşînê bombe kirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv