ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: HEVRÊYEKÎ ME LI AVAŞÎNÊ ŞEHÎD BÛ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayek li Avaşînê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:
23’yê Gulanê hevrêyê me Andok Erdîş di şerê li Dola Maran de birîndar bû.
Tevî hewldanan hemûyan jî hevrêyê me 24’ê Gulanê şehîd bû.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Zafer Kapici bi nasnav Andok Erdîş li Wanê ji dayîk bûye.
ZAFER KAPICI
ANDOK ERDÎŞ
WAN
DÊ Û BAV: PERÎŞAN – CENGÎZ
24’Ê GULANA 2021’Ê-AVAŞÎN
HPG’ê di serî de malbata şehîd Andok û xelkê Erdîşê, ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.
ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: JI BER BOMBERDIMANÊ ŞEWATA LI GELEK QADAN DIDOME
Di daxuyaniyê de rewşa dawî ya li herêmên parastinê yên medyayê jî wiha hat ragihandin:
Artêşa dwleta Tirk a dagirker, ji qadên Dola Maran, Tabûra Ereban û Dola Konferansê yên Avaşînê 1ê Hezîranê qedemeyek vekişiya.
Li rex vê yekê, tevî nerazîbûna xelkê Başûr, bomberdimana li dijî gundan, bax û bostanên wan jî didome.
2’yê Hezîranê qadên Zendûra, Koordîne, Derarê, Serarû, Deşîşê û Kela Qumriyê yên Metîna, bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Qereqolên li ser sînor jî bejahiya gundên Kêste û Hirorê bi obus û hawanan bombe kirin.
Ji ber bomberdimanê şewata bi bejahiya gundan ketî didome.
2 û 3’yê Hezîranê Girê Zendûra yê Metîna, qadên Çemço, Şamko û Cîloya Biçûk ên Zapê, qada Tabûra Ereban a Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.