ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: DEWLETA TIRK BI ZANEBÛN HERÊMÊN SIVÎL DIKE ARMANC
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ya 22’ê Çîleyê de li qada Hecî Umran û Berdesorê ya li Xakurkê hevalê me Amed Dorşîn şehîd bû..
Dewleta Tirk bi awayekî hemwext êrişî gundê Azadî kir û zirar da malên gundiyan û heywanên wan telef kir.
Artêşa tirk baş dizane ku li cihê êrîşê ti nuqteyeke hêzên me tineye, lewma xuyaye ku bi zanebûn êrişî gelê me yê herêmê kirine.
Roja 29’ê Çîleyê jî hêzên me li hin hereman, cihazên eskerî yên istixbaratî tesbît kirin û ew îmha kirin.
Demek pitre ev herem ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin bombe kirin.
HPG’ê agahî da ku balafirên şer ên artêşa tirk roja 26’ê Çileyê herêma Werxelê ya Zapê û herêma Sîda ya Zapê:
Û 29’ê Çileyê jî devera Karker û Sîda ya Zapê û Werxelê ya Avaşîn bombebaran kirin.