Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Dagirkeran 11 car bi gaza jahr êrişî berxwedêrên Werxelê kir’

 

DEWLETA TIRK EV 138 ROJ IN SÛCÊ ŞER DIKE
HPG: LI GIRÊ SOR Ê AVAŞÎNÊ 2 HEVRÊYÊN ME BI GAZA JAHRÎ HATIN ŞEHÎDXISTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Sor li Avaşînê dîsa gaza bi jahr bikaranî ye.

HPG’ê destpêka daxuyaniyê wiha got:

Artêşa Tirk a ji bejahî ve bi temamî îradeya wê ya şer hatiye şikandin, li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî bikaranîna tevahiya teknîka pêşketî ya şer nikare bipêşkeve û encam bi dest nexistiye.

Ji ber vê yekê her roj sûcê şer dike, gazên bi jahr û kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne.

26’ê Tebaxê dewleta Tirk a ji mirovahiyê ti para xwe negirtiye, li dijî gerîlayên li Girê Sor gaza kîmyewî bi kar anî.

Di encama vê êrişê de 2 hevrêyên me şehîd bûn.

HPG’ê eşkere kir, ku ew ê paşê navên şehîdan ragihîne.

DEWLETA TIRK EV 138 ROJ IN SÛCÊ ŞER DIKE
HPG: DAGIRKERAN 11 CAR BI GAZA BI JAHR ÊRIŞÎ BERXWEDÊRÊN WERXELÊ KIR

Ne tenê li Girê Sor, li qada berxwedanê ya Werxela Avaşînê jî artêşa Tirk her roj gaza bi jahr bi kar tîne.

HPG”ê ragihand, ku artêşa Tirk 7’ê Îlonê 11 caran bi teqemenî û gaza bi jahr êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kiriye.

Her wiha di navbera dagirkerên xwestin bikevin qada berxwedanê û berxwedêrên Werxelê de şerekî dijwar qewimî ye.

LI WERXELÊ BERXWEDANA GERÎLA
HPG: GERÎLAYAN BI RUHÊ MILÎTANIYA APOYÎ RÊ NEDAN DAGIRKERAN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Tevî êrişên dijmirovî hemûyan, hêzên me bi ruhê milîtaniya Apoyî û xwebexşiyeke mezin şer kirin û careke din nehiştin dagirker bipêşkevin.

Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha hat ragihandin, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Heftanînê çalakî kirine.

CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI HEFTANÎNÊ Û ZAPÊ GERÎLAYAN ÇALAKIYÊN BI BANDOR LI DAR XISTIN

6’ê Îlonê gerîlayan li Girê Dûpişk ê li qada Pîrbilayê ji du milan ve bi çekên giran dagirker kirine hedef.

Gerîlayan bi awayekî serketî li 2 çeperên eskerên Tirk dan.

Artêşa Tirk a kuştî û birîndar dan, ew bi helîkopteran ji qadê dûrxistin.

8’ê Îlonê jî li Zapê artêşa Tirk xwest ji Cîloya Biçûk berê xwe bide Girê Şehîd Sefqan.

Gerîlayan 2 caran bi çalakiya sabotajê li dagirkeran dan.

Eskerên Tirk ên di encama çalakiyê de berbelavî quntarên Girê Şehîd Sefqan bûn vê carê bûn hedefa çekên giran ên gerîla.

HPG”ê diyar kir, ku ew ê paşê encama van çalakiyan bi raya giştî re parve bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv