Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: 7 hevalên me 10 rojan destana lehengiyê nivîsandin

 

ŞEHÎDÊN KELEHA BERXWEDANÊ MAMREŞO
HPG: 7 HEVALÊN ME 10 ROJAN DESTANA LEHENGIYÊ NIVÎSANDIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir, ku 7 gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ji Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê li qada Mamreşo ya Avaşînê şehîd bûne.

Beriya eşkerekirina nasnameyan HPG’ê behsa berxwedana 10 rojan a 7 gerîlayan kir.

Li Girê Şehîd Munzûr ê qada Mamreşo, hevrêyên me Rûken, Sarya, Canfeda, Xebat, Zafer, Kamûran bi pêşengiya fermandarê mezin Serhat Giravî 10 rojan berxwedaneke dîrokî kirin.

Hevrêyên me tevahiya 10 rojan bi gerîlatiya dema nû, bi her cûre çalakiyan derbên giran li dagirkeran dan.

Hevrêyên me gerîlayên YJA-Starê Sarya û Rûken di vê berxwedanê de temsîla îradeya ji pola ya Jina Kurd a Azad kirin.

Ew di berxwedana Mamreşo de bi rola xwe ya dîrokî rabûn.

Dijminê li hemberî vê berxwedanê bêçare mayî, dîsa bi nemerdane berê xwe da gerîla û çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di encama vê yekê de hevrêyên me şehîd bûn.

Hevrêyên me li çiyayên Avaşînê, Mamreşo veeguherandin keleha berxwedanê û 10 rojan rê nedan dijmin.

Wan destaneke lehengiyê ya dîrokê nivîsin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Kamûran Alpsar bi nasnav Serhat Giravî li Colemêrgê ji dayîk bûye.

KAMÛRAN ALPSAR
SERHAT GIRAVÎ
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: ŞÎRÎN – RIZA
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Seher Bingol bi nasnav Rûken Zagros li Colemêrgê ji dayîk bûye.

SEHER BÎNGOL
RÛKEN ZAGROS
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: NEWROZ – KERÎM
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Bişeng Hezer bi nasnav Sarya Diyar li Şirnexê ji dayîk bûye.

BIŞENG HEZER
SARYA DIYAR
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: AYŞE – MEHMET
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Şehbaz Îzedîn Seydo bi nasnav Canfeda Hesekê li Hesekê ji dayîk bûye.

ŞEHBAZ IZEDÎN SEYDO
CANFEDA HESEKÊ
HESEKÊ
DÊ Û BAV: ŞEHNAZ – IZEDÎN
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Ubeyd Mewlûdî bi nasnav Xebat Aso li Kirmanşah ji dayîk bûye.

UBEYD MEVLÛDÎ
XEBAT ASO
KIRMANŞAH
DÊ Û BAV: HACER – HUSEYÎN
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Mihemd Ebdilqadir Huseyîn bi nasnav Zafer Tolhildan li Qamişlo ji dayîk bûye.

MIHEMED EBDILQADIR HUSEYÎN
ZAFER TOLHILDAN
QAMIŞLO
DÊ Û BAV: HENA – EVDILQADIR
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Û Mustafa Şîmşek bi nasnav Kamûran Amed li Amedê ji dayîk bûye.

MUSTAFA ŞÎMŞEK
KAMÛRAN AMED
AMED
DÊ Û BAV: DILŞAH – ABDULRAHMAN
3’YÊ GULANÊ – AVAŞÎN

Di daxuyaniya HPG’ê de yek bi yek bi berfirehî behsa kesayetî, têkoşerî û şoreşgeriya her 7 gerîlayan hat kirin.

Û wiha hat gotin:

Di serî de malbatên hêja yên şehîdan, em ji tevahiya welatparêzên Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Ev destana lehengiyê ya hevrêyên me, wê ji aliyê me û gelê Kurd ve timî mînak bê girtin.

Wê tola wan teqez were hilanîn û ewê li Kurdistana Azad werin bibîranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv