Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê zêde dibin. Di çalakiyên vê dema dawiyê de herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan ev daxuyanî da:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

Dagirkerên artêşa dewleta Tirk li herêma Kato Jîrka ya Botanê li qadên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê kemîn danî bûn. Hêzên demeke dirêj ev dagirker xistin bin kontrola xwe û 3’ê Tîrmehê saet di 20:20’î de li qada Meydan Casûsan ji du baskan ve bi koordîneyî lê dan. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.

4’ê Tîrmehê saet di 22:00 de li qada Garisa ya navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî a artêşa Tirk a dagirker ku ber bi Qereqola Tiryanê ve diçû, bi, rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayita Kîrpî bi temamî hate îmhakirin û 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

7’ê Tîrmehê saet di 07:00 de li çiyayê Zendûrayê li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de kozikek û 2 sîstemên kamera ya mobesse yên li ser gir hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

6’ê Tîrmehê saet di 23:10’an helîkoptera êrişê ya li herêma Girê Silêman ku dixwest bombardûmanê bike, bû hedefa hêzên me. Derb li helîkopterê hate xistin û di encamê de helîkopter neçar ma ku ji herêmê biçe.

7’ê Tîrmehê saet di 05:00 de li dijî dagirkerên ku ji Girê Şehîd Întîkam ber bi Girê Şehîd Dijwar ve diçûn, bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dewlet Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand. Bi gazên bi jehr êrişê dibe ser tunelên şer ên li qadên Girê Sor û Werxelê ya Avaşînê.

Agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin û bombardûmanê wiha ne:

6’ê Tîrmehê saet di navbera 17:00-01:00 de li qada Derarê ya herêma Metînayê helîkopter geriyan, gundê Hirorê, Kela Qumriyê, Gundê Dêşîşê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

6’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00-00:30’î de li herêma Avaşînê qada Stunê û saet di 22:00 de jî li qada Werxelê bi balafirên şer bombardûman li tunelên şer hate kirin.

7’ê Tîrmehê saet di 05:00 de gundê Maya yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv