Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hovîtiya dagirkeriya Tirk li dijî Kurdan: Sîvîlan eşkence kirin û ji helîkopterê avêtin 18.09.2020

 

HOVÎTIYA DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ KURDAN

ÊŞKENCE KIRIN, JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN Û JI BÎRA WÎ BIRIN

Pêşî em behsa bûyerê bikin, piştre em bi hev re çend pirsan bikin.  Roja 11’ê Îlonê Eskerên Tirk bi helikopterê diçin du guniyên kurd ji nava zeviyên wan digirin, direvînin. Êşkence, heqaret li dera hanê, dema ku tişta ji wan hêvîdikin bi dest naxin, wan ji helikopterê davêjin.

Yek ji wan Servet Tûrgût, yê din Osman Şîban e ji navçeya Wanê Şaxê ne.

Niha jî em çend pirsan bipirsin. Eskerên tirk bi kijan curretî dikarin kurdan ji nav malên wan ji nav zeviyên wan bigirin bibin êşkence li wan bikin. Ka hêza gel? Ji xwe edaleta vî dewletî li holê tine, ma Eskerên Tirk çawa ji hêza 25 milyon kurdên bakurî natirsin?

 

Osman Şîban…

Bavê 8 zarokan ê 50 salî ji Wanê.

11’ê Îlonê dema tevî Servet Tûrgût li nava zeviyên xwe bûn, hatin revandin, êşkencekirin û li helîkopterê hatin siwarkirin.

Dewleta Tirk ên êşkenceyeke giran li Servet û Osman kiribûn, çavê wan barnebû û hovîtiyeke din a nedîtî kirin.

Ew ji helîkopterê avêtin xwarê.

Eskerên dagirkeriya Tirk dema ew radestî nexweşxaneyê kirin gotin, “ji cihekî bilind ketine.”

Niha Osman Şîban ji beşa lezgîn hat derxistin û Servet Tûrgût jî hê di beşa lezgîn de ji bo bijî li ber xwe dide.

Lê halê Osman Şîban tê de ji mirinê xirabtir e.

Ji ber êşkenceya dewleta Tirk lê kirî, çavên wî tije xwîn bûne, reş û şîn bûne.

Derbên ji deverên cûda yên laşê xwe girtî li cihekî, Osman Şîban ji ber êşkenceyê ji bîr-hafiza xwe bûye.

Tiştek nayê bîra wî.

Xwînê vedirêşe.

Li hemberî vê hovîtiya dagirkeriya Tirk kirî, ti peyv nikare cihê xwe bigire.

Tenê ya ji gelê Kurd û Kurdistanê re dimîne, serînetewandina li hemberî vî dijminê hove, berxwedane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv