Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hîndekarê zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî: PDK bi rûniştina li gel kujerên kurdan gelo dixwaze çi bike? 09.03.2021

 

HÎNDEKARÊ ZANÎNGEHA DUHOKÊ DR. HÎŞAM ZÊBARÎ:
PDK BI RÛNIŞTINA LI GEL KUJERÊN KURDAN, GELO DIXWAZE ÇI BIKE?

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî li ser ezimandina serçete û nûnerê dagirkerên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî Nasir Harîrî aciziyê xwe anî ziman.

Zebarî diyar kir ku PDK bi ezimandina Harîrî ve li dijî fikra xwe derketiye û got:

“Vê heyeta li ser navê mûxalefetê hatiye, dixwazin plana xwe li herêmê pêk bînin.

Jixwe ev mûxalefet û komên çeteyan ên ku DAÎŞ jî di nav wan de ne, çeteyên Erdogan in.

Li Efrîn, Îdlib, Girê Spî û Serêkaniyê siyaseteke qirêj dimeşînin.

PDK a ku dibêje em “Nijadperestên Kurd in” bi vê ezimandinê re li dijî fikra xwe tevgeriya.”

Her kes dizane ku kesên di wê heyetê de kujerê Kurdan bûn.

PDK’a ku bi kujerên Kurdan re rûdinê, gelo dixwaze çi bike?

HÎNDEKARÊ ZANÎNGEHA DUHOKÊ DR. HÎŞAM ZÊBARÎ:
QADÊN KU PDK LÊ SERDEST E LI BIN KONTROLA DEWLETA TIRK IN

Hîşam Zêbarî di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê û got;

“Jixwe êdî plana xwe ya li herêmê venaşêrin.

Plana wan ev e ku Şengalê dagir bikin, ji Şengalê heta Mûsûl û Kerkûkê di bin navê ‘Ewlehiyê’ de herêmekê ava bikin.

Nabe ku PDK bi vê planê nizanibe. Li gorî min beşek rêvebiriya PDK’ê jî bi xwe di nav vî karî de ye.

Divê ez vî tiştî bibêjim, dewleta Tirk a dagirker a niha li Zaxo, Duhok, Hewlêrê ango li qadên PDK’ê di warê leşkerî, siyasî, ekonomîk xistiye bin kontrola xwe.

Mixabin rastî ev e. Lê bi têkçûna operasyona li Garê re, neçar man ku dagirkeriya li ser Şengalê û plana xwe ya li herêmê taloq bikin.

Heke li Heftanîn û Garê karibûna encameke baş bistendina wê ji Şengalê heta Kerkûkê bidana ber xwe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv