Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hikumeta Flandre û binpêkirina ambargoya li ser firotina çekan ji Dewleta Tirk re

 

Endamên Yekitiya Ewrûpayê di meseleya ambargoya çekan a li dijî dewleta Tirk de di navbera wijdan û cuzdanê xwe de asê mane.

Li aliyekî krîterên Kopenhagê ya demokrasî û mafên mirovan… Li aliyek din jî bazirganiya çekan her sal bi sedan milyon euro pere ji wan re tîne.

Derket holê ku Herêma Flandre ya Belçîkayê ku par li dijî Enqereyê ambargoya çekan ragihandibû, hîn parçeyên balafirên leşkerî dişîne Tirkiyeyê.

Ev yek jî li Belçîkayê bû rojev û di dawiyê de mijar hat rojeva parlemena herêmî ya Flandreyê.

DEWLETA TIRK, KRÎTERÊN EWRÛPÎ Û BERJEWENDÎ
GELO FLANDRE AMBARGOYA ÇEKAN A LI DIJÎ ENQEREYÊ BINPÊ DIKE?

Par, şerê dagirkirina dewleta Tirk a li Rojava, li çaraliyê cîhanê bû sebeba hêrs û reaksîyonên li hember dewleta Tirk.

Dewletên Ewrûpî û hin welatên din ên li cîhanê jî rabûn bi ragihandina ambargoya çekan a li dijî dewleta Tirk dilê raya giştî ya demokratîk hinek xweş kirin.

Herêma Flandre ya Belçîkayê jî ku hema bêje xwedî statuyeke nîv-dewletî ye, tevlî heman proseyê bû û her cûre firotina çek, cebilxane û alavên leşkerî ya ji bo Tirkiyeyê sekinand.

Serokwezîrê hukumeta flaman Jan Jambon (Yan Yambon) di daxuyaniya xwe ya ambargoyê de helwesteke tund nîşanî dewleta Tirk da û bang li Brukselê kir, li dijî dewleta Tirk tedbîrên hişk têxe meriyetê.

Lê paşê saziyeke aştiyê û medyaya Belçîkî dan xuyakirin, digel ambargoyê jî herêma Flaman hîn parçeyên balafirên leşkerî yên kargoyê A-400-M dişîne Tirkiyeyê.

Saziya VREDEAKTIE (vrediaksî) ya Flaman jî di malpera xwe de da xuyakirin, dewleta Tirk, van balafiran ji bo cîhadîstên îslamî û çekan bişîne Lîbya û Qerabaxa Çîyayî bi kar aniye.

Tam di nava vê nîqaşê de, Annick Lambrecht ku endama parlemena herêma Flandreyê ye, bi pirsekê mijarê xist rojeva parlemenê.

Lambrecht ji serokwezîrê herêmî Jan Jambon (Yan Yambon) pirsî, gelo hukumeta flaman parçeyên balafirên leşkerî yên navborî dişîne Tirkiyeyê an na.

Serokwezîr Yanbon jî got wan rasterast tu alavek leşkerî neşandiye Tirkiyeyê, lêbelê parçeyên ku herêma Flaman hildiberîne, li Îspanyayê ji bo montaja balafiran tê bikaranîn û paşê balafir dikevin destê Tirkiyeyê.

Ev bersiv, wekî gotineke sosret rewşa giştî ya Yekitiya Ewrûpayê ya li hember dewleta Tirk îfade dike.

Bi gotineke din, Ewrûpa di mijara zilma Enqereyê ya li dijî kurdan de, di navbera krîterên xwe yên humanîst û berwejendiyên xwe yên madî de asê maye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv