Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzil Ozgur: Gerîla bi berxwedana xwe artêşa Tirk bêgav kiriye, ji hev de xistiye

 

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
NE TENÊ DEWLETA TIRK HÊZÊN HEGEMON JÎ DI NAVA VÎ ŞERÎ DE HENE

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser êrişên dagirker û berxwedana gerîla ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê axivî.

Hêzil Ozgur diyar kir ku di dawiya 2020’an Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedan wê pêşbîniyê bû ku wê êrişeke li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk were:

Bi taybetî jî em li bendê bûn ku dagirker êrişî Avaşîn û Zapê bikin.

Ji ber ku ji sala 2014’an ve biryara wan a li ser tevgerê tinekirina gerîla ye.

Ji ber wê masê çareseriyê qelibadin.

Helbet ev biryara wan bi tenê jî nebû, hêzên hegemon jî ev biryar dane.

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
GERÎLA BI BERXWEDANA XWE ARTÊŞA TIRK BÊGAV KIRIYE, JI HEV DE XISTIYE

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku êrişên îro li Zap, Avaşînê dewam dikin, di esasê xwe de êrişên ne nû ne:

Ev êrişên domdar ên li dijî van qadan e.

Di sala 2016’an de jî êrişî Zapê kirin.

Gerîla ew bêgav vala derxistin. Artêşa tirk hetikî.

Dîsa li Heftanîn û Garê gerîla hêza xwe nîşan dan.

Serkeftina gerîla hemû maskeyên li ber rûyê wan jî xistin.

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
DI VAN ÊRIŞAN DE JÎ HEBÛNA ME HINCET NÎŞAN DIDIN LÊ ARMANC BICIHBÛNA LI HERÊMÊ YE

Hêzil Ozgur der barê armanca esasî ya dewleta tirk a di êrişên ji 23’yê nîsanê dewam dike jî wiha şîrove kir:

Hedefa wan ji Zapê heta bi Avaşînê dorpêç bikn.

Her wiha li herêma Zapê deverên ku ji bo xwe girîng dibînin bi dest bixin.

Ji Avaşînê heta bi Metîna li ser xeta sînor li nav xaka Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçin.

A rast hebûna me hincet e. Dixwazin li van deran bi cih bibin.

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
TEVÎ TEKNÎKA XWE BALAFIR Û BI HEZARAN ESKERÊN XWE JÎ LI BER GERÎLA NIKARIN BISEKININ

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku dagirkeriya tirk li gel bikaranîna teknîkeke mezin jî nikare xwe li ber gerîla bigre û mînaka berxwedana li Mamreşo da:

Li Mamreşo dema ku xwestin leşkeran deynin hevalan bersiveke tund da.

Tevî bi dehan balafirên şer, helîkpotêr, amûrên hewayî yên biçek û teknîkê mewziyeke şer dorpêç kirin.

Lê 10-11 rojan nekarîn bikevinê.

Li dijî bi sedan dagirker, ew qas teknîkê li mewziya şer a Mamreşo tenê 7 heval hebûn.

Nekarîn mewziyê bigrin rabûn çekên kîmyewî bi kar anîn.

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
GERÎLAYÊN YJA STARÊ TEMÎNATA SERKEFTINÊ DIDIN GEL Û JINAN

Têkildarî gerîlayên YJA STARê ku li dijî dagirkeriyê berxwedaneke çalak bi pêş dixin jî Hêzil Ozgur ev nirxandin kirin:

Performansa xurt a gerîlayên YJA Starê li Cenga Heftanînê li ber çavan e.

Îro jî gerîlayên jin di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de bi pêşengî rabûne.

Dagirker werin ku derê jî çawa ku hatin em ê cihê ku hatinê ji bo wan bikin dojeh.

Em YJA Star vê temînatê didin gelê xwe, jinan.

FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ HÊZIL OZGUR:
BIRYARDARIYA GERÎLA YA JI BO TÊKBIRINA DAGIEKERIYÊ WÊ HETA DAWIYÊ DEWAM BIKE

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku ev êriş hewldaneke qirkirinê ya topyekûn a li dijî Kurdên azad e û destnîşan kir ku wê gerîla ji bo têkbirina dagirkeriyê di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bi rola xwe rabe.

Hêzil Ozgur di dawiya nirxandinên xwe de îlaret bi rol û berpirsyariya gel, jin û ciwanan jî kir û got:

Divê li bajarên Kurdistanê, metropolên Tirkiyê, her qadê ji çeteyên dagirker re veguherînin dojehê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv