Hêzên rejîma Îranê êrişî xelkê taxek bajarê Mahabad ya Rojhilatê Kurdistanê kirin. Di encamê de welatiyek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine standin hêzên rejîma Îran, li taxa Zewîyekan a Şarewanî ya li bajarê Mahabad ya Rojhilatê Kurdistanê, êrişê welatiyan kirine.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîmê de, welatiyek hatiye kuştin û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyan ragihandin ku hêzên rejîmê belavî nava taxê de bûne û gule bi ser welatiyan de diberdin. Aloziya li nav taxê dewam dike.