Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên PDK’ê roja Newrozê êriş birin ser kampa gerîla! 21.03.2021

Hate ragihandin, hêzên PDK’ê li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êriş birine ser kampeke gerîla û li qadê bi cih bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, hêzên PDK’ê saet di 08:00 de li qada Berdesorê ya herêma Xakurkê bi çekên giran êriş birin ser kampeke gerîla.

GERÎLA NEKETIN ŞER

Hate ragihandin, hêzên gerîla ji bo rewşeke metirsîdar rû nede neketine şer û hêzên PDK’ê li herêmê bi cih bûne.

Dema ku PDK’ê êriş kir, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk tevî balafirên şer li ser herêmê digeriyan.

Ji ber gefa êrişê ya Enqere û PDK’ê, li vê herêmê ji sala derbasbûyî ve alozî mezin dibe.

Li qada Xakurkê 12’ê Adarê pêşmergeyekî pê li mayinekê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Medya PDK’ê ji ber vê yekê PKK sûcdar kiribû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî 13’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku îdîa derew e.

19’ê Adarê li derdora gundê Sininê yê li heman herêmê, helîkopterên kobra yên dewleta Tirk gule li wesayiteke sivîl reşandibûn û di encamê de gundiyê bi navê Lokman Çeto birîndar bûbû.

20’ê Adarê jî balafir û helîkopterên şer ên dewleta Tirk bombardûmaneke giran li herêma Xakurkê kiribûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv