ÇEKDARÊN PDK’Ê ÊRIŞÎ YEKÎNEYEKE GERÎLA KIRIN
LI AMEDIYÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ, 2 GERÎLA BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛN
Doh serê sibê saet 11:30’an hêzên PDK’ê, li ser rêya Reşangê ya Zawiteya Dihokê êrîşê herêmên gerîla kirin.
Bi şev jî saet 8 û nîvan li derdora gundê Sêgirê yê Amediyê jî êrîşeke duyemîn kirin.
PDK’yiyan 3 gerîla xistin kemînê û gule li wan reşandin.
Di vê êrîşa hêzên PDK’ê de 3 gerîlayên HPG’ê bi giranî birîndar bûn.
Ji birîndaran gerîlayek şehîd bû.
Gundiyên ku xwestin biçin bi hawara gerîlayan jî gulebaran kirin.
Heta derengiya şevê jî qadên gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê bûn hedefa êrişan.
HPG’ê hê daxuyaniyeke fermî nedaye û derbarê êrîşê de agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Di demên dawî de PDK’ê tevî dewleta Tirk ber bi qadên gerîlayan sewqiyat dikir û alozî zêde bûbû.
Balkêşe ku piştî daxuyaniya serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî ev êriş çêbûn.
Barzanî roja çarşemê ji çapemeniyê re axivî û got ji xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê PKK berpirsiyare û hê jî PKK’yî li Şengalê ne.