Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên PDK’ê gule berdan sivîlan: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin, ku hêzên ser bi PDK’ê li Şêladizê gule berdane sivîlan û kesek kuştine.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, hêzên çekdar ên ser bi PDK’ê li Geliyê Balindê yê Şêladizê gule berda Diyar Tayîp Rêkanî û kesekî navê wî nehate zanîn.

Hate ragihandin ku êriş şeva 26’ê Cotmehê hate kirin. Sivîlên ku hatin nuqteya kontrolê ya parêzvanên sînor gule li wan hate reşandin.

Ji ber êrişa hêzên PDK’ê endamê Eşîra Rêkanî Diyar Tayîp jiyana xwe ji dest da. Agahî ji hevalê wî nayê wergirtin.

Di malpera Facebookê ya bi navê Meclîsa Ciwanan a Şêladizê de ev peyam hate parvekirin, “Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Divê were zanîn ku ev êrişên asayîşa PDK’ê wê bêbersiv nemînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv