Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Îranê ciwanek Kurd qetil kir

 

Hêzên rejîma Îranê li ser rêya Sine û Merîwanê ciwanek 15 salî qetil kir.

Kolbernews’ê ragihand ku duh li ser rêya di navbera Sine û Merîwanê kamyonek ya ku barê mirîşkên cemedgirtî hebûye qelipiye, di van kêliyan de li cihê bûyerê ku dikeve nêzî gundê Danîkeşê ya herêma Kelaterzanê hêzên rejîma Îranê gule li ciwanê bi navê Aras Qadirî (15) ku xelkê gundê Pîçûn a herêma Kelaterzanê ye direşînin.

Di encama vê gulebaranê de gule li sîngê Aras dikeve û dibe sedem ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest bide.

Cenazeyê Aras rakirin Bijîşka Edlî ya bajarê Merîwanê. Heya niha cenazeyê wî nedane malbatê.

Tê gotin ku di vê bûyerê de keçeke ciwan jî birîndar bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv