HÊZÊN HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL AMED
LI BATMANÊ LI NAVENDA KONTROLA ÎHA’YAN Û LI ŞIRNEXÊ LI TABÛRÊ DAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê destnîşan kir ku Hêzên Hewayî yên şehîd Delal Amed bi awayekî serkeftî û bi îsabet li Batmanê li navenda kotrola ÎHA’yan û li Tabûra Eskeran a Şirnexê dane.
HPG’ê di daxuyaniay xwe de detayên çalakiyan wiha rêz kirin:
Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 20’ê Gulanê di saet 19:10’ê şevê de li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyek kirine.
Dagirkerên li deverê bi serketî li wan hatiye dayîn.
20’ê Gulanê saet 23:30’î hemwext li Batmanê li Navenda Kontrola ÎHA ya dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatine kirin.
Hedefên hatibûn diyarkirin bi îsabet hatin hingaftin û çalakî serketî pêk hatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye Hêzên Hewayî yên Delal Amed di şeva 18’ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Eskerî ya Amedê du çalakî li dar xistibûn.
Çalakiyeke li dijî cihê ku pîlotên şer lê diman çalakiya din jî li dijî hangara balafiran bû.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku li herdu hedefan jî weke yên Batman û Şirnexê tam bi îsabet hatine xistin.