Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê piştî şerên dijwar di saetên piştî nîvê şevê de, taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kir.
Duh bi şev çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbesta dayîm binpê kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû. Di encama bersivdayîna hêzên ewlekariyê de, şerên dijwar derketin.
Li gorî agahiyên ji taxa Teyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya bersivdayîna binpêkirinên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên agirbestê de, tax bi temamî ji çeteyan paqij kir, ji bilî dibistana Ebas Elawî ma ku veguherî nuqteyeke ewlehiyê ya hikumeta Şamê û kolanên li derdora depoya avê. Li gorî hinek rayedarên ewlekariyê êdî ev herêm bû çargoşeya ewlehiyê ya saziyên hikumeta Şamê

Her wiha hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin kembera başûrê bajêr û piraniya kolanên taxê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar bûn.

Çargoşeya ewlehiyê ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û artêşa wê xwe spartinê li aliyê başûr e li nêzî çerxerêya taxa Teyî û taxa Zinûd a li kembera başûrê Qamişloyê ye.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê şeva sêşemê anku 20`ê Nîsanê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şer derket. Di encamê de çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî hatin derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv