HÊZÊN EWLEHIYÊ DERB LI MÎT’Ê DAN
28 KESÊN BI KARÊ SÎXURIYÊ RADIBÛN HATIN GIRTIN
Saziya Îstîxbarata dagirkeriya Tirk-MÎT hewl dide li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî tevna sîxuriyê fereh bike.
Hêzên Ewlehiya Hundûrîn ên bi ser Rêveberiya Xweser ve rê nadin vê yekê.
Herî dawî koma bi navê “Generalên Biçûk” a MÎT’a Tirk hat tasfiyekirin.
28 endamên vê komê ku di nava wan de jinek jî hebû û bi karê sîxuriyê radibûn hatin girtin.
Sîxurên hatin girtin yek bi yek li xwe mikur hatin.
Diyar kirin, ku ew ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê dixebitin.
Agahiyên noqteyên leşkerî yên li herêmê, navendên rêveberiyê, kesayetên di nava hêzên leşkerî û rêveberiyê de kom dikin û ji MÎTê re dişînin.
Sîxurên girtî dan zanîn, ku bi piştgiriya MÎT’ê wan li Eyn Îsa gelek teqîn pêk anîne.
Berpirsê vê komê jî di gelek kampên sîxuran ên li Tirkiyê de perwerde dîtiye.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê li gel weşandina navên van sîxuran ragihand, ku wê ji sibe û pê ve lixwemikurhatina berpirsê koma sîxur û endamên wê biweşîne.