Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzeke taybet yê bi navê Gulan sewqê herêma Garê kirin 25.10.2020

 

Pîlana qirêj a li Heftanînê, Xakurkê û Zînî Wertê ya dagirkeriya Tirk û PDKê neçû serî.

Niha jî PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran sewqî herêma Garê dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên gerîla dixwaze bicih bibe.

Piştî Zînî Wertê PDK vê carê li herêma Garê li pey provaksyoneke nûye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, PDK ji 24’ê Cotmehê ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî ye vediguhêze bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Duhokê Akrê.

Her wiha hate îddîakirin PDK pêşmergeyên Roj jî li gel hêza taybet a Gulan dişîne herêmê.

Çavkaniyan diyar kirin, ku hêza Gulan yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye û ji ber pêşmergeyan nexwestine derbasê herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bê plaka, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasî herêmê bûne.

Ev hêza leşkerî li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikevin herêma Eşîra Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv