Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê PADÊ Emer Salih: ‘PDK dixwaze peymana xiyanetê ya 9’ê Cotmehê bi cih bîne’

 

HEVSEROKÊ PADÊ EMER SALIH:
PDK DIXWAZE PEYMANA XIYANETÊ YA 9’Ê COTMEHÊ BI CIH BÎNE

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan Omer Salih diyar kir ku tu carî nayê qebûlkirin ku PDK bi hêzên leşkerî derbasî Şengalê bibe.

Omer Salih da zanîn ku PDK ji bo ku peymana 9’ê Cotmehê ya bi Iraq û dewleta Tirk re bi cih bîne, li pey provokasyonan ye û got:

“Îro PDK dixwaze saziyên wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ, YJŞ, PADÊ û TAJÊ têk bibe.

Ji bo van êrişan PDK hêzê ji dewleta Tirk û waliyên Musilê digire. Bi desteka wan dixwaze peyamana 9’ê Cotmehê ya xiyanetê bixe meriyetê.”

Omer Salih bal kişand ser planên li ser Şengalê tên meşandin û got:

“Em bi hikumeta Iraqê re di nava têkiliyê de ne, ji me re gotin ew ê nehêlin tu komên çekdar bikevin nava Şengalê.

Bê guman em ne ji hikumeta Iraqê ne jî ji PDK’ê bawer in. Armanca wan ew e ku destkeftiyên gelê Şengalê bi destxistine ji holê rakin.”

Heverokê PADÊ Salih Omer diyar kir ku PDK’ê biryara şikandina îradeya gelê Şengalê ye û got:

“Gelê Şengalê ji êrişên DAIŞ’ê tecrubeyên mezin derxist.

Hêzên ku di van êrişan de me bêparastin hiştin niha dixwazin têkevin Şengalê.

Em bi biryar in ku hêzên leşkerî yên PDK’ê nexin nava Şengalê.”

Omer Salih li ser êrişkariya PDK’ê jî ev tişt got:

“PDK dixwaze aramiya Şengalê têk bibe.

Zarokên Êzdixanê di wê baweriyê de ne ku li himberî her êrişê gelê xwe biparêzin.

Em ê pêşî li wan kesên ku Şengalê difiroşin dijminan bigirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv