Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnama Misrê El Nahar El Erebî re axivî.
Di beşê yekemîn de Bayik li ser têkiliya PKK’ê bi Sûriyê re û sedema êrişên dewleta tirk li dijî Rojava bi berfirehî nirxandin.
Cemîl Bayik got: Çareseriya herî rast ew e ku Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li hev bikin. Sûriye êdî ne mimkûn e vegere beriya 2011’an.

“TÊKILIYÊN ME BI PYD Û RÊVEBERIYA XWESER RE HENE”
CEMÎL BAYIK JI EL NAHAR EL EREBÎ YA MISRÊ RE AXIVÎ

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya El Nahar El Erebî re axivî.

Cemîl Bayik têkiliya PKK’ê ya bi Sûriyê re, polîtîkayên wê yên li Rojhilata Navîn bi berfirehî nirxandin.

Bayik ji bo têkiliya navbera PKK’ê û PYD’ê ku dewleta Tirk dixwaze wan weke hev nîşan bide, ev nirxandin kir:

PYD weke partî felsefe û bîrdoziya Rêber Apo qebûl dike.

Jixwe li ser keda Rêber Apo ya 20 salên wî yên li Sûriye, Lubnan û Rojava ev partî hatiye avakirin.

Ji ber wê jî ti kes nikare rabe jê re bêje ti çima xwedî li vê bîrdoziyê derdikevî.

Têkiliyeke me ya organîk bi Rêveberiya Xweser û PYD’ê re tine.

Gelek fermandarên di nav QSD’ê de berê di nav PKK’ê de bûn.

Dema Şoreşa Rojava pêk hat xwestin biçin Rojava û Sûriyê.

Me jî qebûl kir. Têkiliya me ev e.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
EM NE DIJBERIYA SÛRIYÊ NE JÎ DIJBERIYA ESAD DIKIN

Cemîl Bayik destnîşan kir ku têkiliya PKK’ê bi Sûriyê re jî xwedî pêşerojeke dîroj û dîrokî ye:

Têkiliya me bi Sûriyê re dîrokî ye.

Bi gelê Filîstinê û gelê Ereb re jî têkiliyên me hene.

Têkiliya me bi malbata Hafiz Esad re tim germ bû.

Em ne dijberiya Sûriyê ne jî dijberiya Esad dikin.

Têkiliya me berê jî ji bo berjewendiyên gelên Kurd û Ereb bû.

Em dixwazin dîsa li ser heman esasan têkilî bi pêş bixin.

Her çend ji ber Rojava rêveberiya Beşar Esad neyînî nêzî me bû jî, em ti carî wisa nêz nebûn.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
TEKANE HÊZA KU ÇARESERIYA NAVBERA ŞAM Û SÛRIYÊ NAXWAZE DEWLETA TIRK E

Cemîl Bayik diyar kir ku wan tim xwestiye Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bike.

Çareseriya herî rast ew e ku Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê li hev bikin.

Sûriye êdî ne mimkûn e vegere beriya 2011’an.

Di heqê rêveberiya nenavendî de hin daxuyaniyên Hikûmeta Şamê hene.

Van deriyekî lihevkirinê jî vekiriye.

Dibêjin; wê perwerdeya bi kurdî çêbibe.

Heke herdu alî jî gavan bavêjin wê lihevkirin jî çêbe.

Tekane hêza di navbera Şam û Sûriyê de çareseriyê naxwaze dewleta Tirk e.

Ji ber ku dizane çareseyeke li vir wê rejîma qirker a li Tirkiyê ji hev bixe.

Ji ber vê yekê dewleta tirk êrişî herêmên kurdan dike.

Sûriye encax bi Kurdan re dikare hêza xwe xurt bike.

Kurd jî di nava Sûriyê de dema bigihîjin mafên xwe wê pirsgirêk çareser dibe.

Cemîl Bayik îşaret bi berxwedana li dijî DAIŞ’ê jî kir û wiha got:

Rejîma Sûriyê jî baş dizane ku heke Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê biketa destê DAIŞ’ê wê Heleb û Şam jî biketana

Kurd, Ereb û Sûryaniyên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan di heman demê de kirin ku Şam jî li ser piyan bimîne.

Tê zanîn ku kurdên li Helebê jî bi têkoşîna xwe Heleb ji DAIŞ’ê parastin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv