Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongra-Star derbarê kuştina hevseroka bajaroka Til Şayir Seda Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letîf El Xidêr daxuyanî da 24.01.2021

 

ÊRIŞA LI DIJÎ HEVSEROKA TIL ŞAYIR Û CÎGIRA WÊ
HEVSEROK SEDA FEYSEL EL HERMAS Û CÎGIRA WÊ HIND LETÎF EL XIDÊR HATIN QETILKIRIN

Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa ya başûrê Kantona Hesekê Sada Feysel El Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El Xidêr hatin qetil kirin.

Meclisa Kantona Hesekê qetil kirina her 2 jinan şermezar kir û ev agahî da.

Şeva 22’ê Çile kesên nenas hevseroka bajarokê Til Şayir Sada Feysel El Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El Xidêr revandin, paşê bi guleyan her du jin qetil kirin.

Meclisê êrişa li dijî jinan wekî têkbirina ewlehiya herêmê binav kir û wiha pêde çû.

Ev sûc di asta yekemîn de jinê dike hedef.

Jinên xwe ji DAIŞ’ê rizgar kirin û tevlî xebata bûn, roleke aktîf di civakê de dilîzîn, xwe, civaka xwe, xaka xwe û gelê xwe diparêzin.

Meclisa kantona Hesekê diyar kir ku êrişa li dijî hevserok û cîgira wê di heman demê de projeya rêveberiya xweser dijî dike hedef û ev peyam da.

Ev sûc diyar dike, hêzên terorîst nikarin armancên xwe li herêmê pêkbînin bivî awayî dixwazin hebûna xwe vejînin.

Sersaxiyê ji malbatên her dû şehîdan re dixwazin, bang li jinan dikin li hemberî pîlanên dixwazin îradeya jinê bişkînin baldarbin.

QETILKIRINA SADA FEYSEL E HERMAS Û CÎGIRA WÊ HIND LETÎF EL XIDÊR
KONGRA STAR: DI KESAYETA HER DU JINÊN PÊŞENG DE VÎNA AZAD A JINÊ KIRIN HEDEF

Kordînasyona Kongra Star jî bi daxuyaniyekê qetil kirina hevserok û cîgira wê şermezar kir û ev peyam da.

Ev sûc îradeya jinê kir hedef ku bûn hêza fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û gihan wê astê barê rêvebiran şoreşê hiligirin.

Jin beşdarî qadên xebatê bûn, hebûna xwe îspat kirin û roleke çalak di civakê de lîstin, li dijî zihniyeta desthilatdar têkoşiyan.

Armanca êrişê têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye ku li ser hîmê jiyaneke birûmet a tê de demokrasî û xwişk-biratî heye.

Lê bila were zanîn, wê ti êriş nikaribe îradeya jinê bişkîne em careke din êrişên bêbext şermezar dikin ku vîna jinê dike hedef.

Koordînasyona Kongra Star di serî de malbatên malbatên şehîdan ji herkesî re sersaxî xwest û ji ev bang kir.

Pêwist e xebatkar hemû li hemberî hemû planên qirêjî yên îrade û azadiya jinan dikin hedef, hişyar bin azadiya xwe misoger bikin.

Di serîde kongra Star, sazî û rêxistinan bi daxuyaniyan qetilkirina Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kirin

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv