JI PDK’Ê SOSRETIYEKE DIN
MESÛT BARZANÎ BI SERÇETE NASIR HARÎRÎ RE HAT CEM HEV
Dema ku endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan banga yekîtiya netewî kir,
dema ku banga Karayilan a ji bo yekitiyê rastî kêfxweşiya Kurdistaniyan hat,
dema ku sûcên şer ên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ketine rojeva cîhanê, PDK’ê îmza xwe danî bin sosretiyeke din jî.
Bermayîyê çeteyên DAIŞ’ê û serçeteyê dagirkerina Efrîn, Serêkanî û Girê Spiyê Nasir Harîrî tevî şandeyekê hat Hewlêrê.
Serçete Nasir Harîrî û şandeya wî, li Hewlêrê bi kêfweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Rêveberên ENSK’ê bi wê şandeya berpirsên dagirkeran û sûcdarên kuştina bi hezaran Kurdan, tecawizkarên bi sedan jinên Kurd û talankaran re civiyan.
Bi hev re henek kirin û li rûyê hev keniyan.
Serçete Nasir Harîrî û şandeya wî dûre jî bûn mêvanên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî..
El Herîrî bi merasîmeke taybet û bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin..
Vê yekê di serî de gelê Rojava, rê li ber hêrsa Kurdan vekir..
HEVDÎTINA EL HERÎRÎ Û MESÛD BARZANÎ
ALDAR XELÎL: KESÊN WARÊN KURDAN HILWEŞANDIN, MÎNA DÎPLOMAT KETIN HEWLÊRÊ
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl serdana El Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê bi van gotinan şîrove kir:
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku beriya 3 salan bi çend kîlometreyan dûrî Hewlêrê bûn. Ev çeteyên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wêran kirin, niha bi cil û bergên siyasî û dîplomatîk dikevin Hewlêrê.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da û wiha got:
Serdana şandeya binavê “Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî” bi serkêşiya Nesir El-Herîrî ji bo Hewlêrê , wê zerareke mezin bigihîne doza Kurd.
Koçberên Efrînê hevdîtina Barzanî ya bi şandeya serçeteyan re şermezar kirin û wekî xiyaneta li hemberî xwe nirxandin.
Malbatên Şehîdan ên Helebê jî, “bi gotina çawa dibe nunerê kujer, dagirker, talankar û tecawizkaran dikare ji aliyê kurdan ve were pêşwazîkirin?” nerazîbûn nîşan dan.