LI STENBOLÊ 10 ENDAM Û RÊVEBERÊN ESP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
Vê sibê li Stenbolê Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Dewleta Tirk danê sibê li Stenbolê li dijî rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan dest bi tevgera qirkirina siyasî kirin.
Di serdegirtina malan de Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, endamên Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Çîçek Otlû,
Mûstafa Nacî Toper, Volkan Ûyar, Selver Orman û Îlke Başak Baydar, endamên partiyê Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari û Îlhan Aslan hatin binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn ETHA’yê Serdal Işik jî di çarçoveya dosyayeke cûda de hat binçavkirin.