HEVAL EMÎR Ê 15 SALÎ
JI ALIYÊ TÎMÊN DIJ-TERORÊ YÊN PDK’Ê HAT QETIL KIRIN
Heval Emîr zarokek 15 salî bû…
9 Hezîranê, bi 7 gule û kêrê ji aliyê hêzên dij-terorê yên girêdayî PDK’ê ve li Hewlêrê hat qetilkirin.
Hêzên PDK’ê qetilkirina Heval Emîr, weke hinceta li gorî hişyariya “raweste” tevnegeriyaye kuştine.
Her wiha ji bo ku malbat bûyerê ji raya giştî re eşkere neke jî, gef li wan xwarine.
Lê malbat serî li hemberî gefên PDK’ê netewand û daxuyanî da.
HEVAL EMÎR JI ALIYÊ PDK’Ê VE HAT QETILKIRIN
UMÊD EMÎR: BIRAYÊ MIN BI 7 GULE Û KÊRÊ HATIYE QETIL KIRIN
Umêd Emîr diyar kir ku hêzên PDK’ê, ji wan re gotine qeyd negirin û ji çapemeniyê re ne xaivin.
Gotine ku Şêx Weysî Barzanî, bi bûyerê re eleqedar dibe.
Lê belê, min bixwe wêneyên cenazeyê birayê xwe kişandin.
Brayêmin bi 7 guleyan hatiye kuştin û li ser laşê wî birîneke kêrê jî hebû.
Hemû gule ji pêş ve lê hatibûn reşandin.
Piştî bûyerê bi 15 seatan, rayedaran me agahdar kirin ku hatiye kuştin.
Ev jî ne bi rêyên fermî, bi rêyên sivîlan ji me re gihandin.”
HEVAL EMÎR JI ALIYÊ PDK’Ê VE HAT QETILKIRIN
DAYIKA HEVAL EMÎR: SEDEMA KURÊ MIN KUŞTIN ÇIBÛ EW KUŞTIN
Dayika Heval Emîr jî, pirsa “Ma çi sûcê kurê min hebû ku kuştin” kir û wiha got:
Dema gule lê reşandin kurê min bi telefonê bi min re diaxivî.
Min pirsa “tu li kûyî? jê kir, ji nişkê ve dengek hat û telefon qut bû.
Dû re bi dehan car lê geriyam, lê kesî bersiv neda.
Piştî 15 seatan du kesên sivîl hatin û gotin kurê te hatiye kuştin.
Di cih de ez çûm navendê.
Li wê derê gotin, ferman ji Weysî Barzanî heye, ew naxwaze ku çapemeniyê bînin vir.